logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

HRRK Xelatê dide Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş

  • Dîrok: 06/01/2024
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji sala 2016'an ve "Xelata Afirandinê" ku wekî xelata salê dide kesên ked dane kurdî. Komîteya HRRK'ê ji bo sala 2023'yan du nav hilbijart: Muzîkar Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş.

JI SALA 2018'AN VE XELATÊ DIDE

HRRK'ê di sala 2016'an di kongreya xwe ya pêncan ku li Qamişloyê li dar ket de biryar girt ku xelateke bi navê "Xelata HRRK'ê ya Afirandinê" bide ku her salekê vê xelatê pêşkêşî dahêner û afirênerekî kurd bike.

HRRK ligel plaketek hezar dolarê amerîkî jî wekî xelat dide û ji bo dayîna vî pereyî jî her sal sponsoran peyda dike.

SPONSORÊ XELATÊ

Nirxê xelatê 1000 dolarê emerîkî ye, ev xelat serê şeş salane bi sponserî û alîkariya welatparêz û karsazên kurd berdewam dike. Îsal bi sponsoriya Dr. Mihemed Elî Ebdê (Dr. Memo) ev xelat tê dayîn.

'DU ŞERVANÊN PEYV Û STRANÊ'

Komîteya xelatê ya HRRK'ê îsal nîqaşê dûr dirêj kirin, dor 30 navî diyar kirin û ji nav wan du hunermendên ku karê muzîkê dikin û di karê xwe de serketî ne diyar kirin. HRRK'ê ji bo vê yekê di duxayaniya belav kir de wisa got, "Du xebatkarên qada afirandin û dahênana bê rawestan û bê westan ku temenên xwe ji bo berfirehkirina asoyên hunera resen û vedîtina kêlîkên wendayî yên bîrdank û hiş û bîr û şopên talanbûyî yên hest û nestan terxan kirine. Du şervanên peyv û stiranê, û du serkêşên gernameya hunera kurmanciya me ya birîndar, ku bi dehan sal in li koşeyên tarî, li gencîneyên veşartî digerin û hewl didin pêşkêşî me û nifşên nû bikin. Komîteya Kargêr bi navê hemû endamên HRRK'ê her du xelatgirên 'XELATA HRRKê YA AFIRANDINÊ' ya sala 2023ê; muzîkjenê afirêner Mehmûd Berazî û hunermendê behremend Sefqan Orkêş ji dil û can pîroz dike, serkeftin û berdewamiya berhemdayîn û afirandinê ji wan re dixwaze."

XELATÊN HETA NIHA

HRRK'ê di sala 2018'an de xelat da şêwekar Zuhêr Hesîb, di sala 2019'an xelat dabû nivîskar Reşîd Sofî û muzîkar Mihemed Elî Şakir, di sala 2020'î de xelat dabû zimanzan Deham Ebdulfetah û nivîskar Merwan Berekat, di sala 2021'ê de xelat dabû Konê Reş û Salihê Heydo û di sala 2022'yan de jî şemat dabû Mizgîn Tahir û Berzo Mehmûd.

 

 ***

Nûçeyên Eleqedar:

- HRRK 'Xelata Afirandinê' dide Heydo û Reş

- HRRK'ê xelat da Deham Evdulfetah û Merwan Berekat

- HRRK'ê xelat da şêwekar Zuhêr Hesîb


 

 

 

***   

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.    

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

news
  • 02 11 2025

Mîlyonek û 843 hezar û 722 ehliyet neguherîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

DYA û Talîbanê li hev kir

ad

'Kund'ek nû derket

ad

Ji 'Bayê Zewêdiyan' 4 helbest

ad

Herêm bi herêm lîsteya "Heyeta Rûsipiyan"

ad

PEN'a Îngilistanê xelat da 'Seher'ê

ad

Lîsteya koma 'Rûsipî'yan diyar dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname