Diyarname
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Talîbanê li paytexta Kahîre Dohayê peymana aştiyê îmze kir. Peymana ku navê "Peymana Anîna Aştiyê ya ji bo Afganistanê" lê kirine ji aliyê Nûnerê Taybet ê DYA'yê Zalmay Xelîlzad û Serokê Ofîsa Siyasî ya Talîbanê Molla Abdulganî Berader ve hate îmzekirin.
Di merasimê de hate gotin ku ger Talîban li gor peymanê tevbigere DYA û mutefîkên din dê di nav 14 mehan de leşkerên xwe yên li welat bi paş ve bikişÎnin.
DYA'yê ev salek bû dixwest Talîban soza ewlehiyê bide û ligel hikumeta Kabîlê li hev bike û ji bo vê yekê dixebitî. DYA'yê gotibû di rewşek wisa de ew dê leşkerên xwe ji Afganistanê vekişîne.
Di 11'yê rezbera 2001'î de bi balafiran êrîşê Navenda Bazirganî ya Dinyayê ya li New Yorka DYA'yê hatibû kirin. DYA'yê di vê êrîşê de rêxistina El-Kaîde wekî berpirs nîşan dabû û ji wê rojê de leşkerên xwe şandibûn Afganistanê. DYA'yê bi leşkerên xwe û bi êrÎşên hewayî gelek êrîş biribûn ser El-Kaîde û Talîbanê. Heta niha li dor 2 hezar û 400 leşkerên DYA'yê li Afganistanê mirin û tê gotin ku maliyeta mayîna li Afganistanê a ji bo DYA'yê heta niha 1 trîlyon dolar çêbûye.
Li gor peymana ku niha haiye kirin her du alî jî dê leşkerên di destê wan de ne berdin. Tê gotin ku bi hezaran leşkerên girtî di destên her du aliyan de hene.