Diyarname
Koma Asmîn komek ji hunermendên jin pêk dihat. Li Bakur tekane koma muzîkê ya jinan bû. Serdemek wan bi stranên xwe reng dan jiyanê û niha ew stran wekî album ji aliyê Kom Muzîkê ve hatin belavkirin. Kom Muzîkê navê "Ez keç im, keça kurda me" lli albumê kiriye û ew li ser platformên dîjîtal belav kir.
Di nav Koma Asmîn de 11 hunermendên jin hebûn. Ayfer Duzdaş, Serap Sonmez, Rojda, Gulbahar Kavcu, Gulê Mayera, Meral Tekçi, Nurcan Degirmenci, Ruken Gokçe, Selda Daşçi, Şengul Pak û Zelal Gokçe di nav komê de bûn û kom di sala 1998'an de hate avakirin. Koma ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hate avakirin di serî de li salona NÇM'ê li gelek bajaran konserên xwe pêşkêş kirin. Her wiha di bernameyên televîzyonê û di şahiyan de jî ew derketin ser dikê. Niha ew stranên wan wekî album hatin pêşkêşkirin.
Ji bo guhdarîkirinê:
KOMA ASMÎN