Diyarname
Derhêner Erden Kiral û nivîskarên sînemayê Murat Ozer her du jî îsal canê xwe ji dest dan. Di Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê de ji bo bîranîna her duyan dê xelat bê dayîn.
Murat Ozer
Murat Ozer rexnegirê sînemayê bû. Demek serokatiya Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) jî kir. Niha Siyad ji bo bîranîna Murat Ozer ê ku di meha adara 2022’yan de mir xelatê bide. Xelata Fîlmê Herî Serketî a Siyadê îsal ji bo bîranîna Ozer dê bê dayîn. Hevalên Ozer ên nêz Murat Erahin, Olkan Ozyurt û Ugur Vardan wekî endamên juriyê dê vê xelatê diyar bikin.
Erden Kiral
FİLM-YON bi navê Xelata Derhênerê Herî Serketî dide ku îsal ji bo bîranîna derhêner Erden Kiral dê ev xelat bê dayîn. Erden Kiral gelek fîlm kişandibûn û ji Festîvala Porteqala Zêrîn jî Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de girtibû. Kral di meha tîrmeha îsal de miribû. Di nav juriya ku vê xelatê dê diyar bike de Feyzi Tuna, Gorkem Yeltan û Îsmaîl Guneş hene.
59’emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal di navbera 1-8’ê kewçêrê de li dar dikeve.
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên Metrajdirêj ên ketine dû Porteqala Zêrîn diyar bûn
- Ezgi Mola wê kurtefîlman hilbijêre
- Fîlmên ji bo Festîvala Porteqala Zêrîn hatine şandin
- Seroka Juriya Porteqala Zêrîn diyar bû