QAMIŞLO
Hêzên rêjîmê li Qamişlo 2 welatiyên suryanî revandin. Lli ser vê yekê hêzên Asayîşê mudaxele kir û her du welatî ji destê leşkerên rêjîmê rizgar kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşa Qamişlo hatin girtin êvara 24'ê mehê di saet derdora 20.00'an de hêzên rêjîmê xwestin 2 welatiyên suryanî birevînin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê mudaxele kirin ku her du welatiyan rizgar bikin. Di encamê de û piştî nakokiya di navber her du aliyan de pevçûn derket. Hate gotin ku di encama pevçûnan de hêzên Asayîşê hejmarek leşkerên rêjîmê girtin. Li ser vê yekê hêzên rêjîmê neçar man ku her du welatiyên suryanî serbest berdin.
Piştî nakokiyên ku zêde dewam nekirin, rewşa bajar niha bê deng e.
ANHA