Diyarname
"Sê çîrokên mê" pirtûka çîrokan a nivîskar Nûjîn Qido ye. Her sê çîrok êşa Efrînê careke din bibîra xwendevanan dixin.
Dema leşkerên Tirkiyeyê ligel hêzên cil reş, zik reş, dil reş êrîşê Efrînê dikin ji her temenî de kurdên Efrînê têne kuştin, yên dimînin jî êşê, êşeke giran dikişînin. Pirtûka li ber destan jî çîrokên ji wan rojan pêşkêşî xwendevanan dike. Di pirtûkê de 3 çîrok hene, serlehengê her sê çîrokan jî jin in û her sê çîrok sê rojên wê demê nîşan didin.
Nivîskar Nûjîn Qido ku ew jî yek ji şahidên wê serdemê ye, bi ser sê karakteran re sê çîrokên wan rojan nivîsandiye. Ew bixwe bûye şahidê wê serdemê û dema nivîskar wê serdemê li ser kaxiz rêz dike ew bi xwe jî careke din wê êşê dikişîne. Di dawiyê de xwendevan jî bi van çîrokan dibin para êşê.
Çîroka "Xwatirxwestin", "Jin û Jiyan" û "Zimanekî Nemir" êşa gelekî bi xwendevan dide hîskirin. Ji "Jin û Jiyan" rêzek:
- Bila kezeba dijmin bişewtîba qurban! Te agir bi dilê min xist!
- Li derve dengê bombeyan, çeteyan, şer û mirinê banga me dike û dengê zewacê li hundir dibêje divê ez siwar bibim, çi bêjim yadê? Ka kî dikare bersivê li şûna min bide?!
- Sê rojên mê / Nûjîn Qido / Weşanên Na / Çîrok / 77 rûpel / 2023