AZÎZ OGUR
Di şer de têkçûn an windakirin mîna hev tiştên xwezayî ne. Di muharebeyekê windakirin de, ji dest dayîna enî, çeper, mevzî an qadekê tiştekî xwezayî ye û her têkçûn bi xwe re encaman jî tîne. Lê belê heger têkçûn ji windakirina qadekê, mevziyekê wêdetir bi xwe re belavbûnê bîne, an bibe sedema ji holê rakirina hemû destkeftiyan wê demê ev tê wateya asta têkçûna civakî, rêxistinî, dîrokî û exlaqî ya rêveberan û civakê.
Şer ên ku împaratorî, dewlet an şaristanî belav kirine, di rastiyê de merheleya dawî ya têkçûnên mezin û demdirêj in.
Ev hefteyeke pêvajoya ku bi radestkirina Kerkûkê re dest pê kir, hema hema ji sedî 48,6 axên başûrê Kurdistanê radestî hikumeta navendî ya Bexdayê û Heşdî Şabî hate kirin. Ev rewşa sosret bi şaş tevger an kêmasiya çend mirovan an kesên di nava partiyekê de tê rewa kirin. Em tenê 26 salên piştî şerê Kendavê bigirin dest, emê bibînin ku ev rewşa niha ji têkçûneke leşkerî wêdetir tê wateya derbûn a têkçûn-têkbirina civaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê exlaq û moral ve ye jî.
Li başûrê Kurdistanê her ku al, slogan û posterê serok û malbatekê li her derê bilind dibûn, di aliyê normên exlaqî, moral û civakî de ketineke di heman astê de pêk dihat. Derfetên gelekî mezin ên avakirina welatekî azad; ji ber mijûlbûna bi rantê û nexweşiyên desilatdariyê nehatin bikar anîn.
Li başûrê Kurdistanê hemû qadên hilberînê rawestiyan. Ziraat, sewalvanî, pîşesazî û hemû qadên din ên kar sekinîn. Pozbilîndî û kesayeteke wisa afirî, ji bo paqijkirina malên xwe jin ji welatên Asyayê yên mîna Taylandê anîn malê xwe, kirin xizmetkar. Avahî, navendên bazirganiyê bi destê kesên ji Hindistan û Bangletdeşê ve mîna kole anîbûn dan meşandin. Mîna şêxên petrolê yên Erebistan, Qatar, Dubaî û Kuweytê tevgeriyan. Heta bi xwarina wan a rojane ji Tirkiyeyê û derve dihat. Yên serxwebûna zad pêk ne anîbin bi kîjan aqilî qala serxwebûna welatêkî dikin..!
Çiqasî rant zêde bû dûrketina ji normên exlaqî û kurdewarî jî di heman astê de zêde bû. Gotina “Gewîbûn“ li vê rewşê tê. Gewîbûneke wisa bi vê çînê re peyda bû, ji bilî xwe, berjewendî û tatmînkirina ajoyên xwe li tiştekî din nefikirîn. Her diçû avahiyên Hewlêrê bilindtir, tabelayên bi şewq û şeml geştir dibû û egoya rêveberan bêhtir dinepixî. Qanûna xwezayê ye; keliya ku serdest xwe herî bihêz dibîne, di rastiyê de kêliya herî nêzî têkçûnê ye. Ji bo serdestên Başûrê Kurdistanê jî heman rastî derbasdar e. Dengbêj Şakiro vê rewşê di straneke xwe de bi gotina, “bilind firîm, elçax ketim“ binav dike.
Têkçûna çîna serdest a başûrê Kurdistanê ya di 16’ê Cotmehê de bi xiyaneta ku kirin fermî bû. Ev ji sedî sed xwe disipêre rewşa jinê û nêzîkbûna wan a ji bo jinê jî. Bi hesabê matemetîkî jî mirov bigire dest, ev yek pişrast dibe. Ji ber têgihîştina feodalî, olperestî û paşverûtiya destlatdariya Başûr a mêr herî kêm ji sedî 50´ê civakê, yanî jin derveyî hemû qadên jiyanê hate hiştin. Derveyî jiyanê hiştina jinan a nîvê civakê ye û ev bû sedem ku di nava çend saetan de nîvê axa Başûr teslîmî dijminê xwe bikin.
Di sala 1975’an de heman çarenûs hatibû serê kurdan. Bi Peymana Cezayîrê re têkçûneke mezin a tevgera başûrê Kurdistanê pêk hat. Ev têkçûn mîna “Aşbetal“ a 75’an ya têkçûn, belavbûnê îfade dike. Nazanî, fahmnekirina lîstikên dijmin, hesabên şaş û xwe girêdana bi hêzên derve encama trajîk a “Aşbetal“ê bi xwe re anî. Lê belê tevî hemû tiştî jî Mele Mustafa Barzanî dema gihîşt noqdeya dawî bi gotina “Aşbetal“ rûmeta têkçûyan parast yanî encam qebûl kir.
Lê belê lawê wî û neviyên wî mixabin ne di heman astê de ne jî. “Aşbetal“a Mele Mustafa tevî kêmasiyên wî hinekî jî girêdayî faktorên derve û serdemê bû. Lê belê ya Barzaniyên roja me ji sedî sed encama polîtîkayên şaş, hêrsa desilatdarî, bi dildarî ketina bin nîrê dijmin, rizîn, kirêtiya sermeyayê, xwe neguherandin-pêşnexistin û mîna encama van tevan gihîştina radeya karakterê gewîbûnê bû.
Tevî hemû hişyarî û rexneyên dostane jî desilatdariyê çavê wan kor kirin û ev encama trajîk derxistin holê.
Li dewsa qebûlkirin, mikurhatina têkçûnê, rexnedayîn û kişandina êşa wijdanî, bêyî şerm bikin ji xwe pêde her kesî sûcdar dikin. Ew jî ne bes e revokî, teslîmbûn û rûreşiya xwe mîna “lehengî“ bi nav dikin û dixwazin bidin qebûl kirin. Derxistina “lehengiyê“ ji vê rewşa rezîl a xiyanet ê û têkçûnê, bêşermî, bê exlaqî û bêarî ye. Israra di bêşermî û bêariyê de jî diyar e wê rê li ber têkçûnên mezintir veke
abdulazizogur@hotmail.com
24.10.2017, Yenî Ozgur Polîtîka