Diyarname
Van salên dawî ji ber rewşa ne baş, ji ber nediyarî, ji ber xirecirê û ji ber aboriyê gelek kes ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê, ber bi welatên din ve dikevin rê. Gelek ji wan jî xwedî pîşeyan in. Û niha di vî warî de saziya doktoran TTB'ê îstatîstîkek balkêş belav kir.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TBB) eşkere kir ku di 8 mehên pêşî yên îsal de bi temamî hezar û 964 doktorî ji bo biçin derveyî Tirkiyeyê "Belgeya Rewşa Baş" girtiye.
TTB'ê bi ser hesabê xwe yê tora civakî Twitterê re got ku di meha gelawêjê 315 kesî ev belge girtiye ku yekem car e di mehek de ew qas kes vê belgeyê digirin û hejmara 300'î derbas dikin.
TTB'ê wisa got, "Li hemberî feqîriya ku bi destê desthilatdarî tê zêdetirin, li hemberî bêhêvîbûn û şîdeta ku bilind dikin, ji bo mafên xwe carek din dem dema em gotina 'Ked a me ye, gotin jî a me ye' bilind bikin e."
Li aliyê din li gor îstatîstîka ku TTB'ê belav kiriye de yekem car îsal ew qab kesî ev belge girtine. Par heman mehê ev hejmar 1684, di sala 2021'ê de ev hejmar 905 kes bû.