Cemil Oguz
Heta niha kêm pirtûkên bi kurdî çapên wan ên duyemîn hatine kirin lê wisa diyar e êdî hêdî hêdî pirtûkên bi kurdî jî çapên duyem, sêyemîn dikin. Ji îsal me hin mînak hilbijartin.
Ji 'Ferhenga Pîne'yê heta niha
Her di nav dîroka weşangeriya kurdî de herhal herî zêde Ferhenga Pîne hatiye çapkirin. Di sala 1999'an de kovara mîzahî Pîne derket. Di sala 2000'î de bi ser Pîneyê de wekî diyarî Ferhengoka Bêrîkê ya Pîneyê hat belavkirin. Ferhangoka ku bi navê Ferhenga Pîneyê jî ket nava lîteratura weşangeriya kurdî çapa wê ya yekemîn 30.000 (Sih hezar) heb hat çapkirin û belav kirin. Piştî demek ferheng xilas bû û di bin banê Azadiya Welat de pêşî bi heman şikil û rengî, dûre berga wê ya ku sor bû, kirin zer û bi vî awayî jî çend çap çêkirin. Bi kurt û kurmancî dema mirov bibêje bi ser 50 hezar hebî de hatiye belavkirin dê ne tiştek şaş be.
Ferhenga Farqînî
Zana Farqînî wekî Tirkî-Kurdî, paşê Kurdî-Tirkî ferhengek mezin çêkir. Ji wê wêdetir ferhenga Zana Farqînî ya navincî herî zêde hat belavkirin. Di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de nêzî 10 çapan ew ferheng hat çapkirin. Ji bo ferhenga D. Îzolî jî mirov dikare qala çend çapa bike.
Ji salên 2000'î heta niha
Di salên 2000'î de pirtûkên hejmara pirtûkên ku çapa wan da duyemîn çêkiribin gelek kêm bûn. Lê niha pirtûkên kurdî êdî çapên duyemîn dikin. Di sala 2019'an de gelek pirtûk hene ku çapên wan ên duyemîn hatine kirin. Ji bo ka kîjan pirtûk çapa wan a duyemîn îsal hatiye kirin me serî li weşanxaneyên me dan lê hindek bersiv hatin. Me ew dan hev.
Di sala 2019'an de Ferhenga Biwêjan a Dilawer Zeraq (Weşanên Lîs) ji ber xilas bûbû carek din hat çapkirin.
Bextiyar Elî bi çapa 3'yan hat
Ji Avestayê "Hotel Europa" a F. Pîrbal, "Gazinda xencera min" a Celadet Alî Bedirxan, "Rêya Jiyanê Binemala Qasimlo: Rê û Rîşe Liq û Şaxên wê" a Hesen Şetevî, "Ehmedê Xanî - Jiyan Birûbawerî û berhemên wî" ya Murad Ciwan çapa diduyan kirine. Her wiha Avestayê pirtûkên Berken Bereh jî bi çapek nû çapkirine ku mirov dikare wan jî wekî çapa diduyan bihesibîne.
Ya herî balkêş jî ji Avestayê pirtûka Bextiyar Elî "Apê min Cemşîd ku her tim bê li ber xwe dibir" e ku vê pirtûkê çapa 3'yan kiriye.
Ji Weşanên Belkî du pirtûkên Rênas Jiyan "Bacanên Pelçiqî" û "Di Tuwaletê de" îsal çapa diduyan, lê "Dîn û Şîn" a Rênas Jiyan çapa sisêyan kiriye.
Ji Weşanên Wardozê pirtûka "Çima Deve Xeyîdî?" a Celîlê Celîl û "Gotinên Pêşîyan" a Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl çapa diduyan kirine.
Bi kirmanckî çapa diduyan
Ji Weşanên Roşna pirtûka çîrokan a Roşan Lezgîn bi navê "Binê Dara Valêrî de" îsal dîsa hat çapkirin ku ev yek bû çapa wê ya çaran.
Ji Weşanên Dara jî pirtûka Selîm Temo "Serê Şevê Çîrokek" çapa xwe ya diduyan kiriye.
Ji Weşanên Peywendê du pirtûk îsal gihîştine vê astê: "Zanista Edebiyata Modern" a Remezan Alan û "Labîrenta Cinan" a Hesenê Metê
Têbinî: Hin weşanxaneyan bersiv neda. Di nûçeyê de kêmasî hebin em bên agahdarkirin emê lê zêde bikin.
**
Nûçeyên 2019'an (Ev beş bi vî awayî hê dê bidome):
- 2019: 10 belgefîlmên serketî yên 10 salên dawî
- 2019: Welatên ku ji aliyê jinan ve têne birêvebirin
- 2019: Weyangeriya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?
- 2019: FIFA'yê rêza tîmên neteweyî eşkere kir
- 2019: Muzîkarên herî zêde pere kar kirine
- 2019: Di Google de ma ro enî fîlman geyray