Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê xebata "Perwerdehiya Şanoyê" dide dest pê kirin. Yên bixwazin heta 13'yê meha rezberê/îlonê dikarin serîlêdana xwe bikin. Ders bê pere têne dayîn.
Şanoya Bajêr a Amedê di çend waran de dê dersê bide şagirtên şanoyê û yên dixwazin bi şanoyê re eleqedar bibin. Di warê lîstikvaniya bingehîn, deng û kondusyon, dîrok û teoriya şanoyê, analîza metnên dramatîk, rîtm, perwerdehiya deng de dê ders bêne dayîn. Her wiha di warê clown, pandomîm, hereket û dans, bûkoke, jonglor û nivîskariya dramatîk de jî dê kargeh (atolye) li dar bikevin. Yên bixwazin heta 13'yê rezbera 2021'ê bê pere dikarin serî lê bidin.
Ji bo têkilî:
Navnîşan: Bulvara Dîclekent, Taxa Dîclekent, No 137 BC, Kayapinar Amed
Tel: 0412 - 224 2426
Mail: amedtiyatro@gmail.com
**
Nûçeya Eleqedar: