Diyarname
Li ŞanoWanê vê mehê nîşandayîna fîlman, lîstikên şanoyê û gotûbêj hene. Bernameya ŞanoWanê 2'yê mehê dest pê dike û 30'ê mehê bi dawî dibe. Çalakiyên nîşandayîna fîlman û gotûbêja piştî van bi organîzeya Chalakinoyê li dar dikeve. Li aliyê din Batman Yenî Sahne bi lîstika xwe "Jina Qelew", Şanoya Bajêr a AmeDê jî bi lîstika xwe "Don Kîxot" dibe mêvanê ŞanoWanê.
Va ye bernameya meha rezberê ya ŞanoWanê:
- 2 Rezber: Xanîyê Bêban / Nîşandayîna Fîlm û gotûbêj (Saet 18.00)
- 9 Rezber: Bîraxane / Nîşandayîna Fîlm û gotûbêj (Saet 18.00)
- 16 Rezber: Azmûn / Nîşandayîna Fîlm û gotûbêj (Saet 18.00)
- 17 Rezber: Jina Qelew / Lîstika Batman Yenî Sahneyê (Saet 16.00)
- 17 Rezber: Jina Qelew / Lîstika Batman Yenî Sahneyê (Saet 20.00)
- 21 Rezber: Don Kîxot / Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê (Saet 20.00)
- 23 Rezber: Beriya Şevê / Nîşandayîna Fîlm û Gotûbêj (Saet 18.00)
- 30 Rezber: Govanda Eli û Dayika Zin / Nîşandayîna Fîlm û Gotûbêj (Saet 18.00)”


