Diyarname
Tûrnûvaya Şampiyoniya Fûtbolê ya Jinan a Dinyayê 2023 îro bi maça Zelandaya Nû û Norwecê dest pê kir. Zelandaya Nû bi 1-0'ê 3 pûanên xwe girtin. Di maça din de Avustralyayê zora Îrlandayê bir.
Tûrnûvaya Şampiyoniya Fûtbolê ya Jinan a Dinyayê 2023 ji aliyê FIFA'yê ve tê organîzekirin. Îsal cara 9'an e tê li dar xistin û yekemîn car e du welat mazûvanî dikin: Avustralya û Zelandaya Nû.
ZN Yekem car bi ser ket
Îro maça yekemîn hat lîstin. Mazûvan Zelandaya Nû welatê Norvecê kir mêvan. Maç li Stada Eden Park a li bajarê Aucklandê hat lîstin. Di nîveka yekemîn de maç 0-0 bi dawî bû, di deqîqeya 48'an de Zelandaya Nû bi Hannah Wilkinson 1-0 derket pêş. Tîmê di deqîqeya 90'î de penaltî bi dest xist, lê lîstikvana Zelandaya Nû Percival gog li dîrekê xist. Maç bi 1-0'ê bi dawî bû û Zelandaya Nû bi 3 pûanan dest bi tûrnûvayê kir. Li aliyê din bi vê serketinê di dîroka Tûrnûvaya Fûtbola Jinan a FIFA'yê de Zelandaya Nû bû yekemîn car ku bi ser dikeve.
Avustralyayê tora Îrlandayê bir
Di maça din a îro de mazûvana din Avustralya û tîma Îrlandayê hatin ba hev. Avustralyayê di deqîqeya 52'yan de bi gola Catley 1-0 derket pêş û maç bi vî awayî bi dawî bû. Avustralyayê jî 3 pûanên xwe girtin.
Maçên sibê
Sibê 3 maç hene. Nijerya û Kanada (saet 05.00), Filipin û Swîsre (saet 08.00), Spanya û Kosta Rika (saet 10.30) têne hemberî hev.
Li Tirkiyeyê TRT Spor maçan yekser belav dike.
- Vê carê dora Fûtbola Jinan e (Agahiyên li ser tûrnûvaya îsal)