Stenbol
Nexweşxane cihê başkirina mirovan e lê li nexweşxaneyê ji dêvla başbûnê mirov dimirin. Ev der Stenbol e. Li Stenbolê, li Nexweşxaneya Sultan Abdulhamid Han Egitim ve Araştirmayê ku li Uskudarê ye şewat derket û kesek mir.
Li qata şeşan a nexweşxaneyê ku cihê emeliyetan e şewat derket. Gelek tîmên agirkujiyê çûn nexweşxaneyê. Nexweşên heyî rakirin cihên din. Walîtî Stenbolê got ku di şewatê de kesek ku di beşa nexweşên giran de bû miriye.
Walîtî got ku 109 nexweşên li wir şandine nexwêşxaneyên derdorê.