AMED
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser êrîşa Huda-Pariyan a li Licê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD'ê wisa got: "Li tu derê nehatiye dîtin ku bi sator û sopeyan xebata hilbijartinê bê kirin. Duh li Licê Huda-Pariyan êrîşeke bi armanca provakasyona qirêj kiriye."
Duh li Licê endamên Huda-Parên bi sator û sopeyan êrîşê gel kir. Gelek birîndar çêbûn. KCD'ê îro daxuyaniya nivîskî weşand û got:
"Di vê serdema ku hilbijartinên herêmî nêz dibin her partî xwedî maf e ku xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bi awayekî demokratîk û meşrû bike. Lê heta îro li tu derê nehatiye dîtin ku bi sator û sopeyan xebata hilbijartinê bê kirin. Duh li Licê Huda-Pariyan êrîşeke bi armanca provakasyona qirêj kiriye. Em vê êrîşê li hemberî gelê kurd, demokrasî û aştiya navxweyî şermezar dikin û dibêjin ku ev yek nayê qebûlkirin."
KCD'ê got ev êrîşên provakasyonî bi kêrî hêzên tarî tê û divê her kes bizane gavên wisa dê bi ser nekevin; êrîşên wisa çawa di paşerojê de li cem gelê kurd û civaka sivîl hatin mehkûmkirin îro jî dê bêne mehkûmkirin.
KCD'ê di dawiyê de wisa got: "Em wekî KCD bang dikin ku dest ji provakasyonên wisa berdin û nebin destikê hêzên kûr û tarî. Em bang li gelê xwe, aliyên li nav KCD'ê dikin ku li hemberî provakasyonên bi vî rengî pejinkar tevbigerin."