Diyarname
Dadgeha Bilind biryara girtina rojnameya Ozgur Gundem ya ji bo mehekê betal kir. Rojnameya Ozgur Gundemê di 24'ê Adarê de ji bo mehekê ji ailyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hatibû girtin. Li ser îtîraza parêzerên rojnameyê biryar hate betalkirin. Rojname sibê (31 adar) dê disa li bayiyan be.
14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi îdîaya nûçe û wêneyên di rûpelên 1, 8, 9 û 11'an de "propagandaya rêxistinê kiriye" ji bo mehekê cezayê girtinê dabû rojnameyê û rojname hatibû girtin.
Parêzerên rojnameyê bal kişand ser biryarên DMME'ê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) yên berê û anîn ziman ku di salên borî de jî dadgehên Tirkiyeyê bi awayekî kêfî rojname girtine û ji ber vê yekê Tirkiye hatibûn mahkumkirin. Ligel biryarên DMME'ê jî rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê hatibû girtin. Li ser vê girtinê parêzeran ji aliyekê ve ji bo îtîrazê serî li Dadgeha Bilind dabû û li aliyê din jî seri li DMME'yê dabû.
Parêzeran, da zanîn ku çapemeniya kurd û xebatkarên wê bi awayekî fîzîkî, derûnî, hiqûqî û aborî di bin zext û astengiyan de ne û xwest li gorî xalên 3., 5., 10. û 13'an ên Peymana Mafên Mirovan û Protokol 1/1'an lêkolîn bê kirin û hesab bê pirsîn. Parêzeran xwest DMME daxwaznamaya wan li ber çavan bigre û bersivek erênî bidin wan.
Dadgeha Bilind îro biryara xwe da û biryara 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê betal kir. Li ser vê rojnameya Ozgur Gundemê dê dîsa dest bi weşana xwe bike û sibê dê li bayiyan be.
***
Nûçeya eleqedar: