Diyarname
42’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi hevkariya Nûneriya DYA’yê ya Tirkiyeyê dê 9 fîlmên derhêner William Friedkin nîşan bide.
Derhênerê navdar Friedkin ji fîlmên polîsiye heta yên tirsê, ji macerayê heta yên dramê di gelek beşan de fîlm kişandine. Ew di salên 1970’Yan de wekî yek ji pêşengên îkonê “Hollywooda Nû” tê hesibandin. Niha fîlmên wî di beşa retrospektif a festîvalê de derdikeven pêşberî temaşevanan.
Festîvalê 9 fîlm hilbjartine û di çarçoveya festîvala ku di navbera 7-18’ê avrêlê de li dar bikeve nîşan bide.
Va ne ew fîlmên ku dê bêne nîşandayîn:
- The Boys In The Band (1970)
- Kanunun Kuvveti / The French Connection (1971)
- Şeytan / The Exorcist (1973)
- Dehşetin Bedeli / Sorcerer (1977)
- Devriye / Cruising (1980)
- Yaşamak ve Olmek / To Live And Die In L.A. (1985)
- 12 Kizgin Adam / 12 Angry Men (1997)
- Bocek / Bug (2006)
- Katil Joe / Killer Joe (2011)
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ewê serketiyê Xelata Seyfi Teoman diyar bikin
- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin
- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn
- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû
- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e