Diyarname
Yek ji helbestvanên kurd a jin ku di van salên dawî de bi helbestên xwe û bi pirtûkên xwe bala temaşevanan dikişîne helbestvan Gulîzer e.
Helbestvan Gulîzer ku di sala 2006'an de pirtûka xwe ya bi navê "Keziyên Jinebî", di 2009'an de "Bûka Baranê" derxistibû vê carê bi pirtûka helbestan a bi navê "Şevname" derket pêşberî helbesthezan.
Weşanên Avestayê ku berhemên nivîskarên jin ên kurd di bin navê "Şahmaran"ê de derdixe "Şevname" jî li vê beşê zêde kir û heta niha bû 21 pirtûk ku di vê beşê de derdikeve.
Vaye beşek ji pirtûkê:
Rast e
Şev esmer e
Lê şev tu car ne rûreş e
Herkes bi qasî şevê bêkes e
Û her kesên bêkes dizanin ku
Şev ne rûreş e
Şevname / Gulîzer / Helbest / 80 rûpel


