Koma Xwendinê ya Amedê, di 19'ê Kanûna/Berfanbara 2021ê de ku ev bû nirxandina dawîn a vê salê (2021), pirtûka çîrokan (11 çîrok) a nivîskar Reşad Kemal, li Pirtûka Kurdî bi beşdarîya nivîskar, nirxand. Di destpêkê da moderatorê gotûbêjê, Ahmed KANÎ bixêrhatina nivîskar û endamên komê kir.
Nivîskar jî di destpêka axaftina xwe da balê kişand ser girîngîya nivîsê ya ku pirrengîya devokan dihewîne. Moderator jî got ku li zanîngeha Dicleyê serokê beşa kurdî jî gotîye ku divê meriv ziman teng neke. Mamoste Xecê jî li ser vê balê kişand ser tengkirina zimanê tirkî, mînaka “çokoturgaçligoturgeçê”/wesayîta pir kursî”yê moderator da.
Xecê mafê axaftinê girt, wiha got: “Her çi qasî nivîskarê me Îdirî xuya bike jî ez wî wek Qersî dihesibînim, (hevjîna min Qersî ye-nivîskar), (gotinek heye, ji mêrek pirsîne, tu ji kûderê yî? Wî gotîye, ez hê nezewicîme-moderator). Ez bi zimanê te yê zindî gelek kêfxweş bûm. Te ruhê zimanê deverê daye çîrokên xwe, ger em herin li serhedê van çîrokên te nivîsîye ji yekê guhdarî bikin dê bi vî awayî vebêjin. Beşa dawî, Clarkê Kurd te wek stendap nivîsîye. Lê gelek b imin xweş hat. Heta min du car xwend. Naverok ne tenê ken e. Rexneyek civakî jî heye. Di çîrokên te da du tişt hene. Di çîrokên serî da xemgînî heye, wek li pey tiştê hatîye wenda kirin, dibe ku çand be, ziman be, digerî. Te vê jî bi gund ve girêdaye. Ew kesê ji gundê xwe derdikeve, diçe xwendinê, diçe başarekî dinê zarok be jî mezin be jî haya wî jê çêdibe çi wenda kiriye. Tu li pey tiştekî wendakirî digerî. Di çîrokên xwe yên dawî da jî hin tiştan bi henek bînî ziman jî lê di wirda rexneyek civakî dixuyê. Bi min te gotina tirkî ya “köylüleri neden öldürmeliyiz?” sankî bi kurdî rexneya gund hatibû kirin. Lê ne tenê rexneya gund, belbî rexneya hêla zimanî û hwd. hene. Min vê beşê bi tenê wek çîrok nexwend. Çawa, mînak yek dertê ser sehnê, wek ku li serhedê kesek çîrok dibêje û her kes ew guhdarî dike. Lê ew alema xwe diafirîne, li gorî xwe çîrokê vedibêje. Te jî kesek derxistîye ser sehnê û ew vebêjer xwendevan digre dibe gundê xwe, jiyana xwe ya berê. Çîroka te ya ku navê xwe dabû pirtûkê min meraq kir û du caran xwend. Min got, gelo çima nivîskar ev hêja dîtiye ev nav daye pirtûka xwe? Kût, li ba me jî zarokên li erdê bimînin ji wan ra dibêjin kût, yan nanek bikeve nav tenûrê, bişewite, didin heywanan ji wî ra dibêjin kût. Lê te du tişt dane ber hev, wek çîroka te da tu çûyî cihek kevn û te çîrok vegotîye, yanî te kevn û nû daye ber hev. Yanî di hemû çîrokên te da qîyasa duh û îro dibe. Tu duh nikarî xelas bikî, yanî ne ji duh derbas dibî ne jî bi îro razîyî. Çîrokên te di nav bera duh û îro da diçin û tên. Ev herî ber bi çav di Kûtê da xuyaye. Dema li Çatalhoyukê ye diçe dema zaroktîya xwe. Têkilîya xwe ya duh ji ya îro baştir ava dike. Mesela ew mala ku mirî tê da tên veşartin bala min kişand. Herî dawî karekter xwe dişibîne kûtekî ku nan e, lê nayê xwarinê. Yanî ji nanbûnê dertê, te çîrok li ser vê ava kirîye. Di çîrokên te da mesela malbatê bala min kişand, bi min di edebiyata rûsan da çawa jîyana memûran tê bi kar anîn di ya kurmancî da mesela malbatê tê bikaranîn. Mesela nivîskarên kurd bi awayek referansa bav bikartînin, mesela te jî referansa ap bi kar anîye. Yanî malbat hêmayek pir muhîm e. Te jî ew bi kar anîye. Mesela di çîroka Bira da karekter, xwişka xwe dibe li Qersê digerîne, jiber ku jê ra bo zewaca bê dile wê nebûye alîkar, lêborîn dixwaze. Tenê lêborîn dixwaze, nikare guherîn çê bike, bi tenê kare lêborîn bixwaze. Ev jî wek lewazîya kesên ku dixwazin guherînan pêk bînin lê nikarin bikin, ev jî wateya kûtê dide der. Dema xwişka wî hêrs dibe ku dibêje roja bêdil min zewicandin tu li kûderê bûyî. Bav ji ber berjewendîyek biçûk keçên xwe bêdilê wan didin zewicandin. Ev li ba me kurdan berbelav e. Keçan didin kesên nêzî xwe wek pismam, pisxaltîyan. Heta dema zewacê wek xwişk û bira bi hev ra mezin bûne, lê bi zorê wan dizewicînin. Di vê mînakê da dîmena ku kur û bav tên hemberî hev heye. Meseleya odîpusê welat û edebîyata rojava û yê rojhilat dertê holê. Li rojava kur bavê têk dibe, lê li rojhilat bav kur têk dibe. Çîroka Ristemê Zal û kurê wî meşhûr e. Ev jî bi hatin û nehatina azadîyê ra têkildar e. Çîroka çûka li ser darê gelo li ser stendapê bû an bi serê xwe bû. (tu dikarî li ser wê an serbixwe jî bixwînî, min wek epîgraf bi kar anîbû-nivîskar). Min wek rexneyên li ser civakê fam kir. Mesela ew kesên dibêjin kurdî zimanê herî dewlemend ê dinyayê ye, lê bi kurdî naaxavin. Wek rexneya kesên wiha ye. ( min ilhama Clark kurd ji clark kentê girt. Hûn zanin li Amerîkayê du cihûyê lîse dixwînin ev neheqîya li wan hatîye kirin dinivîsin, paşê weşanxaneyek wek Newyork Times, mafê telîfê ji wan dikire û diweşîne. Min jî henekek wisa nivîsî-nivîskar) Min jî dema xwend pirsa afirandina nivîskar gelo çi qasî afirandîye an çiqas ji çîrokên heyî, malbata xwe mesela di her çîrokê da apek vebêjer heye, em dibêjin ya bav hêmayek muhîm e, di virê da jî ap der tê pêş, sûd wergirtîye? Di heşê xwe da derbas kir. Dibêjin nivîskar di berhemên xwe yên ewil da ji jîyana xwe gelek sûd werdigirin, ev qadek bê risk e. Ji ber ku hatîye jîyîn, yanî malzemeyê jîyanê garantîtir e. Meriv dibêje qey nivîskar Clarkê Kurd ji bo vegotina derde xwe hilbijartîye. Yanî nivîskar gotiye ez van çîrokan dinivîsim ka bi stendapek jî derdê xwe vebêjim. Te hinek rengê çîrokê daye stendapê, lê ji çîrokek bêtir rexneyek e. Tu hêmayên çîrokê jê derxî, ji xeynê çîrokek ceribandinek dimîne. Herî zêde rexneyên civakî di wir da hene. Di çîroka Gorbegor ‘Eysa da vebêjer jin an mêr e? (mêr e-nivîskar). Ê çewa mêr e, min xwest bibêjim, nivîskarê me di vegotina mêr da serkeftîye, zimanê vebêjer mêrane ye, lê ji ber ku li ser navê dîya xwe diaxive dîsa wek mêrek der tê holê. Dema ku vebêjer mêr be, problem tuneye, ger vebêjer jin bûya mîn ê bigota ev ne zimanê jinek e. (kesek mêr ku hestê jinê serkeftî vebêje heta niha derneketîye-nivîskar) Orhan Pamuk dibêje ya ez heta niha di vegotina hestê jinê da bi ser neketime. Di çîroka te ya ewil da jî du dem hene. Yanî roja îroyîn û ya duh, lê nivîskar tim xwe davêje bextê dema duh. Herî dawî dixwazim bipirsim gelo me çi wenda kiriye tu xwe davêjî behtê duh. Yanî me îro çi wenda kirîye ku tu dixwazî bînî îro, mesela ew bav dixwaze duhê bîne hember keça xwe. Di dawîyê da tu hinek li ser vê biaxivî em ê kêfxweş bin.”
Moderator, mala te ava, di hêla demê da problema me tune ye, we nêzîkî 20 deqe bikar anî, ne girîng e, ji ber ku me bi zanîn demek dirêj hilbijart. Heval azad in, dikarin axaftina xwe dirêj bikin. Paşê mamoste Huseyin mafê axaftinê girt:
“Di serî da ez ji nivîskar ra dîsa dibêjim hûn bi xêr hatin, bi xêra te hevalên ku me zû da hev nedîbûn, dîtin. Ev tiştekî baş bû, (mesaj alindi-Xecê). Mamoste ez dema pirtûk digirim destê xwe ez carna dibêjim, niza ez ji kîjan çîrok dest pê kim, yanî ez weka pirtûk di serî da tê xwendin, ez wisa lê nanêrim. Ez dixwazim xwe biceribînim, carna ji ortê dest pê dikim. Lê ez îllah ji nivîskar dest pê dikim. Jîyana wî dixwînim û li bergê dinerim. Li serenav dinerim. Mesela serenavê kût, ez par na pêrar çûm Ovacixê, li wê dere kesê ku dilicime, ê ku nakeve nav cihan, dixwaze hinek tiştan bike û nake, dilicime, ji wan ra digotin kût. Yekî pîr ji me ra vegot. Got, ê ku dixwaze hin tiştan bike û nake, sebîyê ku dilicime, nikare here hedefa xwe em ji wan ra dibêjin kût. Yanî min serenavê pirtûkê eciband. Li gora min pirtûk yanî meriv li gora xwe dinirxîne; ji xeynî Clark Kurd hemû çîrok li hev ketî bûn. Min digot ku kek Mem, Xecê û Selahet biecibînin, gere ez qet jê xeber nedim, çimkî ez ji çîrokên realist hez dikim, ez merivek realistim. Yanî ku piçek mejî reht dike ez xwe ditengizînim, nizam çima. Yanî baş in pir baş in, lê ez xwe ditengizînim, nizam çima. Mesela ez naxwazim pir xetayan bibêjim, mesela tîpên “î, i, ê, e” pir li hev ketibûn. Wê gavê wexta ku meriv wê herêkbarîyê dixwend, dixwest sûd jê bigire, dida sekinandin. Mesela wek “bergê kitêbê bûye bergê kitebê”, “te mirî bûye te mîrî”, “zêdetir/zêdetêr” û hwd. Min hinek xurtbûna nivîskar jî dît. Mesela, hin peyvên xweş û xas min dîtin. Dibe ku dewlemendîya serhedê be, mesela engirîye, em di şûna int kiriye da bi kar tînin. Gêzîkirin şûnda malaştin û paqişkirinê da bûn. Pir li xweşa min çû. Bîstek din meriv dibêje, qasek bi şûnda. Vana peyvên pir xweş bûn, xas bûn. Peyva “yedek” li xweşa min çû. Çima li xweşa min çû, ji ber ku Melayê Cizîrî di dîwana xwe da bi kar anîye û haya nivîskar jê heye. Şaredarîya Farqînê got, em ‘erase bikin bazar; min got ji sed salî zêdetir e, bav û kal, dayîk û pîrên me vê peyvê bi kar tînin. Çima em biguherînin. Di hinek cihan da daçeka “li” zêde hatibû bikaranîm, ev tercîha nivîskar e; nivîs çi qasî herêkbar be baştir e. Mînak em nêzîkê li ber derî bûn/em nêzîkê derî bûn. Wekî bêhna goristanek hat li ber pozê min/hat pozê min. Kir li nav ansîklopedîyên qalin/kir nav ansîklopedîyên qalind. Yanî tercih a we ye, lê çi qasî hêsan be baştir e. Di hinek cihan da îja daçeka “bi” nehatibû bikaranîn. Minak, em li ‘erebê siwarbûn rê ketin/bi rê ketin. (em serhedî ji alîyê daçekan ve lewaz in-nivîskar) Nivîskar şanogerîya xwe di çîroka “Gorbegor Eysa” û Clarkê Kurd da dîyar kiribû. Yanî gotibû ez şanogerim an ez şano dinivîsim. (tiştê ‘ecêb piştî vê pirtûkê min şano nivîsî-nivîskar) Mamoste di xwezayîya kurdan da şanogerî heye, tu paşê jî binivîsî ev xuyaye. Çîroka herî li hev ketî ya Jêrenot bû. Her çi qasî mejî nerhet bike jî gelek tevgerandina edebî hebû. Yanî wêjeyî bû, sêwrandin û afrînerî hebû. Min got ku min ji çîroka Clark Kurd hez kir, bi rastî ger nivîskar hinek jî li ser bixebitîya jê novelek, şanoyek an fîlmek jî dikaribû derxista, lê bi taybetî novelek xweş dibû. Di vê çîrokê da hevokên kurt hebûn û herêkbar bû. Tê da mijara “ve” û “ku” hebû Nûdem Hezex anî bîra min. (wî hişê min tije kir-nivîskar) Vê çîrokê peyam û rexneyên pir xweş dida. “Îğneleyici/zixtker” dibêjin ya hebûn, lê meriv aciz nedikirin. Di vê çîrokê da rasteqînîyên jîyanê û birînên kurdan tê da bûn. Hin zanîn û lêkolînên nivîskar di çîrokê da dîyar dibûn. Li ser etîmolojîya peyva “kurmanc” ku hinek jê aciz bûbûn, dikaribû zimanek şêrîntir bi kar bianîya. Dem û mekan lihevketî be jî pir xweş bû. Ziman xweş bû.” (Mamoste Ahmed, te edîtorîya rast nivîsê kir-Xecê) (erê-Ahmed) Moderator, kek Mem Kerem ke.
Mem Arîn, “keremdar bî mamoste, ez jî hinek tiştên şeklî bibêjim. Paşê derbasî esasen berhemê bibim. “Kût” min maneya nanê ku dikeve tenorê nizanî bû. Li cem me maneya wê wek kesên kulek e. Heta şîroveya hevalan jî min nane ketî nizanî. Lê min têkilî di navbera wê û çîrokan da nedît. Lê meriv di naverokê da ji sedî 80 hesreta dema borî dibine. Bi tevî ku di demên borî da feqîrî hejarî hebe jî ev hesret bi kesên temen dirêj ra heye. Dawîya dawî ev teknolojî, zanîn bi pêş neketibû, lê di xwezaya meriv da ev heye. Xerab be jî meriv hesreta tiştê borî dikişine. Ji ber wê jî hesreta dema borî di çîrokan da heye. Jixwe li ser bergê jî malên bere hene. Di çîroka “Kût”ê da jî behsa wan malan tê kirin. Yanî berg û nav li hev hatîye. Lê di rast nivîsê da wek mamoste Huseyin behs kir, hin pirsgirêk hene, mesela li cihê bêje “ew” gotîye “ev”. Çend cihan da zayenda bêjeyan tev li hev kiribû. Di vegotinê da awayê herikîna hiş hebû. Mamoste Huseyin got tevlihevî heye, belbî ji ber vê tarzê be. Mesela di çîroka ewil da, bavek keça xwe ji xew şîyar dike, lê gelek tiştên wek derya, keştî, navê Mem û Zînê derbas dibin. Ez ketim bendewarîya ku nivîskar bi awayek modern berhema klasik vebêje, lê ew pêk nehat. Ev metoda herikîna hiş wek ceribandinek e. Ev bi tena serê xwe jî tişteke nû û serkeftî ye. Dîsa çîroka “Kût”ê sêgoşe bû, bi min nigekî wê li gund, yek li serhedê û yek jî li Çatalhoyukê an Mersînê bû. Bêrîkirineke dema borî ku hatibû jîyîn bû. Çîrok di nav çîrokê da hene, heta paragrafek bi tena serê xwe dikare bibe çîrokek din. Bi min di çend çîrokên serî da ev herikîna hiş li pêş bû. Di çîroka Gregor Samsa da guherînek wek ya karekterê Kafka ku bihokek e, heye. Di vê da em dibinin ku kurek dixwaze xwe bişibîne diya xwe ya mirî û biçe meaşê wê ji bankê bigire. Guherîna şeklî cilê wê li xwe dike, heta dixwaze mîna wê biaxive. Wek tîyatroyek yek kesî hinek îronîk bû meriv pê dikene, xweş bû, kêfa meriv jê ra dihat. Ji alî ziman ve, jixwe mamoste got meriv kare devoka xwe bikar bîne, mamoste jî ev tercih kiribû. Min ji hin peyvan fam nekir, bi tevî ku ez di nava xwendinê da me jî. Rast e, dikare bi devokî bê nivîsîn, heta ev tahmek edebî jî dide, lê meriv kare bo peyvên herêmî ferhengokek an li binê rûpelê jêrenotek dayne. Yan na ez ne li dijî gotina herêmî me, xweş e, bi min jî tahmeke din didîyê. Di çîroka jêrenotê da heşt kelîme, her yek maneyek wê heye, lê gelek tişt dikare lê bê barkirin. Bi min jî ev ceribandineke xweş e, heta çîroka têbînîyên înalogluyî anî bîra min. Wî jî bi epîgrafekî wek ceribandinên nû nivîsîbû. Tabî tiştên nû kêfa meriv jê ra tê. Li virê min “Lêken” nizanibû, digo ez ê bipirsim. Tiştê gund kêfa meriv jê ra tê. Nivîskarê me dibe şîvanî jî kiribe (min şivanî kiriye-nivîskar) dema meriv van nivîsan bi zimanê xwe dibine kêfxweş dibe, heta behsa şiva deste şivan dibe. Dibêje ya edebiyat eynika civakê ye, meriv xwe tê da dibine, kêfa meriv jê ra tê. Li alîkê çîrokên modern in, lê bi rastî jîyana me ya berê ne. Pirxweş bû, kêfa min jê ra hat. Lê Clark Kent min nizanibû. Di wir da behsa ferhengek tê kirin ku çi qas qalind e. Me jî hiqûqê xwend, mesela pirtûkên me yên hiqûqê ew qas qalind in, yekê ku nizanibe dibêje we çawa van pirtûkên qalind xwend, lê meriv ji azmûnê heta azmûnê lê dinêrî. Meriv bi temamî her tiştî naxwîne, tiştên spesifik dixwîne, ew tişt anî bîra min. Welhasil kêfa min gelek ji vê çîrokê ra hat, hem ji şiklê wê hem jî ji awayê nivîsîna wê ra hat. Parkê zarokên azad di vir da jî nexşek surreal e, lê dawîya dawî ew teheyula zarokan bû. Zarok bi holikan dilîzin, gelek mane li wan bar dikin, mesela ev mala min e, cihê min e. Ew zarokana li cihek rûniştî bûn, ama li xezîneyek digerîyan. Ketin nava xezîneyek, dûra derketin ba mala xwe. Yanî meriv li tiştek surealîst diğere, lê dawîya dawî derdikevin ber mala xwe. Ew wek xewn derdikevin rastiyê, min tiştek afirîner tê da nedît. Di dawîya dawî da dere gundê xwe. Nizanim nivîskar ev bi xwe jîyaye an yeke jê ra vegotiye, min fam nekir. Me xeyal û teheyula karekter tê da dît. Mesela “çêleka ku nikare bibêje mo”, di dawîya wê da em tê digihîjin ku leheng di doşeka bermirinê da ye. Gelek tişt anîye li vê kêlîyê siwar kiriye. A dawîyê, “çûka serê darê” bi min ne çîrok bû, tiştek didaktik bû. Herê herêkbar bû, dema xwend me nexwest ji deste xwe berdin, wek stendapê hatibû. Di serî da sehneyek heye, meriv derdikeve ser sehneyek, meriv dibêje wê şanoyek bê holê, lê karekter dest bi çîroka xwe dike, vedibêje, çi tê devê wî vedibêje. Lê benê karekter ne di deste nivîskar da ye, nivîskar ew serbest berdaye. Mesela xeber gotine, çêr daye, yanî tişt hene ku em nikarin niha bibêjin, lê di nava civakê da heye, her tişt bê şerm vegotiye. Bi min ev bo nivîskar serkeftîye. Mesela hin nivîskar, vê azadîyê nadin karekterê xwe, wek dibêje, ez ê di dîya wî (…) Bi min dema em bi metirsîya baviksalarîyê ku dê jin bixeyidin, jê derxin, bi min dê kêmanî di edebîyatê da çê bibe, loma jî divê çi hebe meriv wê binivîse. Loma jî nivîskar neynik dabû ser civakê û di civakê da çi hebû wî gotibû. Di vê hêlê da serkeftî bû. Alîyê din îronî hebû, mesela li ser teorîyên ziman dema meriv li Stenbolê hev dibine, dibêje ev li ba we çî ye, filan bêvan, ew tişt gelek xweş anîbû ziman. Kêfa min gelek ji wê çîrokê ra hat. Ha ji alîyê afrînerî ve neriv kare nîqaş bike, ji vê hêlê ve pir zêde afrînerîya nivîskar naxuyê. Mesela yekî ku çîrokek gelêrî jî xweş vebêje, meriv naxwaze dawîya wê vegotinê bê. Ji bo vê jî vegotina vê çîrokê serkeftî bû, niha tiştên ez bibêjim ev in. Dema tiştek nû hat bîra min ez ê parve bikim.”
Moderator, mala te ava be. Mêvanek di nav me da heye, mamoste Jêhat xwedîyê kolektîva Payîzpirtûkê ye. Gelo tu dê tiştek bibêjî an dixwazî guhdarî bikî? Mamoste Jêhat, na spas dikim, ez dixwazim guhdarî bikim. Kek Abdulah jî mêvan e, gelo tu jî tiştek dibêjî? Abdulah, spas dikim, min pirtûk nexwendîye, cara ewil e ez we guhdarî dikim, ez ê pirtûkê bixwînim înşelah. Mala te ava.
Mamoste Remzîye kerem ke. “Min jî pirtûkê xwend, ez di serî da ji nivîskarê me ra dibêjim, tu bi xêr hatî. Ji ber ku mêvanên min hebûn, pir di heşê min da nema. Mamoste Huseyin hinek tiştên min ê bigota anîn ziman. Wek hinek daçek di cih da nehatibûn bi kar anîn, hinek jî cihê wan hatibûn guherîn. Yanî ez karim bibêjim, wek mamoste Mem gotî pir afrînerî tunebû, wek bîranînên nivîskar dixuyan. Hawê ku ji apê xwe guhdarî kirîye û çawa ji devê wî derketiye wisa nivîsîye. Pir tişt lê nehatibûn zêdekirin, weka bihîstîye nivîsîye. Çîroka dawîn herî zêde di serê me da rûnişt, belbî ji ber ku me jî Mahsum Kirmizîgul, di nav hev da rexnekirîye ew di serê me da cih girt. Em bi wan kenîyan. Hin peyvên tirkî bikar anîye, xwezî wan di nav kefanekêda bi kurdî jî binivîsîya, dibe ku li beşên din ên welêt (rojhilat, başûr û rojava) bê xwendin, dema rahêlin pirtûkê û bixwînin dê wateya wan nizanibin. Li gor zimanek standart na, li gor devoka xwe nivîsîye. Ez jî çîrokan dinivîsim, ji ber ku Mêrdînî me bi devoka xwe dinivîsim. Mem jî got, ev peyvên herêmî bi ferhengokek bihatana ravekirin dê baş bûya. Wek min got çîrok pir di heşê min da rûneniştin, min dixwend, lê heşê min jî li ser mêvanan bû. Biborînin mamoste min xwend (we ked daye, xwendîye-nivîskar) em spas dikin ji bo te ev çîrok nivîsîye.”
Moderator, mala te ava tu beşdar bûyî. Mamoste Seyhan kerem ke. Seyhan “Ez jî ji mamoste ra dibêjim tu bi xêr hatî, ji Mersînê heta vir bo şêwra me hatî mala te ava. Çîrokên wiha baldarî dixwazin, nabe tu hema pirtûkê bigrî bixwînî. Bi rastî di xwendina yekem de min ti tişt ji çîroka serî fam nekir. Min du caran “Bihara Sivik” xwend, di dawîya dawî da min fam kir, çîrok heye di nav çîrokê da. Herê bav ji keça xwe ra çîrok dibêje, lê çîrokek din jî dikeve nav çîrokê. Weka min got, fêmkirina wê ne rihet e. Divê bi baldarî bixwînî. Hin çîrokên sade hene, em bi rihetî dixwînin û dibêjin ev ji me ye. Lê yên bi vî tarzî hinek zehmet in. Mem jî got ku tarzê herikîna hiş hatîye bikar anîn. Çîroka duyem “Kût” jî hevalan got, bîranîn hebe jî çirok di nav çîrokê da ye. Dema diçin digerin zaroktîya vebêjer (wek bav) tê bîra wî, diçe jîyana xwe ya li gund. Jina wî û zarokên wî li wirê digerin, lê ew bi xwe ne li wirê ye. Mamoste tiştê ku bala min kişand, hema hema karekter tev yek in. Wêderê da hema di hemû çîrokan da ap hebû. Jina vebêjer hebû, ku zarok hebûna tim du zarok bûn. Biçûna ku dîsa vedigerîn Mersînê. Zanîngeh li Stenbolê bû, dîsa vedigerî serhedê, nizanim çima nivîskar nedixwest xwe ji van deran qut bike. Em niha dizanin nivîskar serhedî ye, li Mersînê rûdinê ku zanîngeh jî li Stenbolê xwendibe (belê min li wirê xwend-nivîskar) ev sêgoşeya jîyana wî ye. Gelo bi vê sêgoşeyê nivîskar xwestîye bibêje ev jîyana min bi xwe ye, malbata min bi xwe ye, lê min bi awayek neqşandîye û dixwazim bidim xwîner. Dema min xwend li ser karekteran fikirîm, min got çima hemû dişibin hev? Heval yek bi yek li ser çîrokan sekinin, wek gotin hin çîrok dema meriv dixwend bi kêfxweşî dixwend, di hinekan da meriv dieliqî. Peyvên herêmî jî hatin şîrovekirin, mesela Xecê “Kût” şîrovekir, lê dema min xwend fam nekir. Lê dîsa jî ev peyvên serhedî bi xêra van pirtûkan dê bên famkirin. Hevalan qala çîroka dawî kir, bi rastî rexneya civakî ye. Mesela di dawîya Clark Kurd da wiha nivîsîye, -Temaşevanên hêja we bi çavê xwe dît, tu guhertin çênebû. Ji ber ku Clark Kurdbûn qedera me ye. Em dikin nakin nikarin wan kincan bidirînin, parçe parçe bikin û kostûma ‘esîl a li ser super kurd dinivîse nîşanî xelqê bidin. Jixwe di binê kince me hemû kurdan da îclîk û pîceme hene. Bi van jî qehrementî nê kirin. Ez dixwazim xeberdana xwe bi gotinekê pîrîka xwe xilas bikim “dibêjin rojekî rovî çûye hec.” Xatirê we. Di serî da çi qas zehmet be jî dawîyek, xatir xwestinek gelek xweş bû. Bila axaftina min jî ew qas be.”
*Ev beşa yekem a nirxandina li ser pirtûkê ye, beşa duyem di nêz de emê belav bikin..