Diyarname
Rojnameya bi kurdî ya heftane Xwebûn bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê hejmarê de manşeta "Cîhan li çareseriyê digire" bikar anîne û ketine dû vîrusa koronayê. Di rojnameyê de li ser vîrusa koronayê nivîs û nûçe hatine weşandin.
Şengun Ogur ku meseleya vîrusê girtiye dest wisa gotiye: "‘Bersiva’ dewletan a li dijî koronayê deriyê krîzeke aborî ya cîhanî û guherîneke radîkal a polîtîk a cîhanî vedike û helbet ev du rewşên pêkan jî bi xwe re dikarin me bi carekê re li nav şerekî cîhanî bi cih bikin. Ji ber vê jî îhtîmal heye ku vîrûsa covîd-19 bibe fetloneke dîrokî."
Ji nivîskarên rojnameyê Felemez Ulug bi sernavê "Gelo korona proje ye?" fikrên xwe anîne ziman, Cemil Oguz jî bi ser navê "Aşmêke keye de ma go se bikerê?" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Di vê dema ku mirov ji ber koronayê ji malên xwe dernakevin de Oguz hin pêşniyarên ku li mal dikarin bêne kirin pêşkêş kirine.
Her wiha ji ber ev hejmara rojnameyê rastî Newrozê hatiye di rûpela pêşî de Newrozê jî wekî sermanşet cih girtiye: Tu tişt nikare pêşî li hestên Newrozê bigire.
Di vê hejmarê de nivîskarên rojnameyê Firat Cewerî, Selîm Temo, Reyhan Îke, Mizgîn Ronak, Munewer Azîzoglu Baran, Şener Ozmen, Ahmed Kanî