Diyarname
Serokê Odeya Firinvan û Firoşkanên Nan ê Stenbolê Fahri Ozer got ku li Stenbolê her roj 2 mîlyon heb nan diçe çopê. Ozer wisa got: "Dema em li xelaya li Afrîkayê bifikirin divê em bi qîmeta nanê li ber destê xwe bizanin û li gor wê xerc bikin."
Ozer got ku li Stenbolê bi taybetî gramê nan dema ji 200 gramî derket 300 gramî zêdetir îsraf hat kirin û wisa got: "Dema nan bû 300 giram, mirovê ku nanek dixwar êdî mecbûr ma nan û nîvek bigire. Nanek xwar lê nîvê din ma roja din. Nanê ku dimîne roja din jî sedî 90'ê hemwelatiyan naxwin. Li vê derê meseleya gramê jî girîng e. Ji bo em gramê biguherînin em wekî federasyon li ser disekinin. Her bajar li gor xwarina xwe dikare vê yekê sererast bike."
Ozer got ku bi taybetî nanê ku bi paş ve vedigere firanan bi qasî çiyayan e, ev yek wijdanê mirov diêşîne û got: "Di vî warî de divê hemwelatî bê perwerdekirin. Xuya bikaranîna tiştan gelek girîng e. Nan dema hat kirîn dikarin bixin sarincokê û kengê bixwazin ji wê derê derxin û bixwin. Lê li Tirkiyeyê hema li nanê germ digerin. Helbet nanê dikeve sarincokê sar dibe. Lê berî her tiştî divê wekî nîmetê em li nan binêrin."