Diyarname
Kovara mîzahî Leman hejmareke taybet bi navê "LeVan" derxist. Pereyên ji vê kovarê bêne bi destxistin ji bo alîkariya waniyan dê bêne bikaranîn.
Leman li Tirkiyeyê kovareke mîzahî û muxalîf e. Leman ku bi naveroka xwe heta niha bal kişandiye ser gelek mijarên civakî vê carê berê xwe da erdheja Wanê. Kovarê hejmara taybet bi navê LeVan derxist û diyar kiriye ku hemû pereyên bêne bi dest xistin dê ji bo Wanê bêne xecrkirin.
"LeVan" bi 3 TL'yan tê firotin