logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Mehmûd Lewendî piştî 32 salên sirgûniyê Amedek çawa dît?

Mehmûd Lewendî piştî 32 salên li sirgûniyê vegeriya Amedê. Wî ji dêvla Ameda hiştî Amedeke nû dît.

  • Dîrok: 04/08/2011
  • Beş: Serbest

Heyder DILJEN / AMED

Mehmûd  Lewendî der barê sirgûniya xwe ya 32 salan û vegera xwe ya welat wiha anî ziman:  “32 sal berê Amed bi qasî sehenekê bû, niha bûye qasî tepsiyeke mezin.  Xelk gelek polîtîze bûye. Yên ku ez li bajêr û gundan pêrgî wan hatim giş bûne PKK’î. Zarokan berê digot, ”Bavo, polîs hat, bireve”; niha dibêjin “Bavo polîs hat lêxe!”
Nivîskar Mehmûd Lewndî hest û dilînên xwe yên ji bo veger û Amedê bi van gotinan domand:  ”Hesteke pir ecêb e, Haydar! 32 sal berê Amed bajarekî bi qasî tebaxekê biçûk bû, niha bûye mîna tepsîyeke mezin. Bajarekî 130 hezarî, niha bi milyon û nîvekî bifikire. Ew Ameda  ku bi qasî tebaxekê bû, min qul bi qul zanî bû. Ew ê ku em bêjin niha bi qasî maseyekê ye ez tê de wenda dibim. Te ez li bajarê nû gerandim, lê yê kevn hîn mîna xwe ye lê pir xweş bûye.”
Mehmûd Lewendî piştî darbeya sala 1980’yî, tevli gelek hevalên xwe yên ji partî û komên siyasî yên cuda, ku di nav wan de rêxistinên wekî  DDKD, KUK, Rizgarî, PKK jî hebûn derketin derveyî welat ango sirgûniyê.  Lewendî wiha behsa welatên xerîbistanê dike: ”Em heta 80-81ê li Lubnan, Sûriyê li wan deran man. Di dawiya 80ê de ez û Xetîb Dîcle em bi hev re vegeriyan welêt. Xetîb, bi rastî mirov niha carna qehremaniya wî dibîne, lê wê demê jî cesûr bû. Piştî ku em ji Lubnanê vegeriyan welêt, Xetîb li vir ma. Ez di sala 1982ê de dîsa çûm derveyî welêt. Ez demekê li Sûriyê û Lubnanê mam û paşê min berê xwe da Swêda sar û bi serma, lê paşê Swêd bi me pir germ bû. ”

XEBATÊN JI BO ÇANDA KURDÎ
Nivîskarê kurd Mehmûd Lewendî li sirgûniyê jî kar û barên ji bo pêşxistna çanda kurdî bê navber domandiye. Lewendî li Swêdê ji bo pêşxistina zimanê kurdî ji bilî xebatên takekesî mamostetiya kurdî jî kiriye. Lewendî wiha behsa serboriya xwe dike: ”Ez nêzî 32 salan li derveyî welêt  mam, lê piraniya vê demê li Swêdê derbas bû. Min mamostetiya kurdî kir, me krêşa kurdî ava kir, yan jî berî me hatibû avakirin, min li wir kar kir. Me gelek kovarên zarokan, derxistin. Hinek me bi hev re derxistin.
Hêvî, Hêlîn, paşê min bi serê xwe kovara Mîrkut a mîzehî derxist. Paşê min di Berbang, Armanc, Çira ya Yekitiya nivîskaran de kar kir. Piştî wê di Dibistana Kurdî ku te ava kiribû de, me bi hev re kar kir. Di Kitêbxaneya Kurdî ya Nedîm de min kar kir. Ev nêzî sê salan e ku ez li Parîsê me û di televîzyona kurdî ya KURD1ê de kar dikim. Bernameyeka bi navê ”Dîroka me” ez çêdikim. Di vê navberê de me bi hev re gelek kitêbên dersê jî derxistin, min, te, Remzî û gelek Hevalên din. Min, Vîldan û Mustafa Aydogan me ferhenga swêdî-kurdî amade kir. ”

ÎRO Û 32 SAL BERÊ
Ferqa îro û 32 sal berê gelo çibûn Lewendî ku 32 sal berê ji ber zext û zora dewletê ku derket ser riya sirgûniyê dema vegeriya gelo çi guherîbûn û çi wekî xwe mabû. Em gotinê dîsa ji Lewendî re dihêlin: ”Wekî bajar, ferqeke pir mezin heye. Bajarê ku min 32 sal berê li cih hişt, piranî nava Sûrê bû. Ji Deriyê Çiyê heta Mêlik Ehmedê, ji Mêlik Ehmedê heta Rezan bû.  Niha gelek park hatine avakirin, derdora bedenê gelek paqij bûye. Wê demê derdora bedenê tijî çop bû, cihê serxoşan bû. Zibilxaneya Amedê li hinda Hala nû (yenî hal) bû. Niha bajar paqij bûye, peyarê mezin bûne, her çendî tevlîheviya trafîkê hebe jî xelk ji xwe re bi serbestî digere. Tiştekî din jî heye ku, piştî rûxandina gundan xelkekî pir hatiye bajêr.  Bi qasî ku mirov dibîne, xelk ji belediyan pir memnûn e. “
Guhertinên di warê siyasî û hişmendiya ku gelê kurd îro gihîştînê jî bi van gotinan tîne ziman: “Ez ji te re ya rasterast bêjim? Belkî ji hinan re ters were, lê xelk giş bûye PKKyî. Ev balkêş e. Li derve jî vê yekê bala mirov dikişand, lê mirov texmîn nedikir ku rewş di vê dereceyê de ye. Ez niha ji te re çend nimûneyan bêjim: Gundiyên me hatin serdana min û şîna bavê min. Ew gundiyên ku 32 sal berê dema ku em diçûn ba wan ji me re digotin “telebe”, niha giş siyasetê dipeyivin, dibêjin “Mehmûd, tu çawan î, baş î? Rewşa partiyê li wir çawan e?” Ez weha sekinîm, min got partiya çi? Qesta wan PKK ye. Mesela “Fransayê çima li hevalan weha kir?” Ez weha sekinîm. Di rewşeke weha de tu yê çi bêjî? Min got, rewşa partiyê baş e.
Ew pîrêjinên me yên ku dema me digot “Newroz”, wan digot “dev ji van eyd-meydiyên filehan berdin”.  Me wê demê newroz pîroz dikir, lê ji wan re wek eydîyeke filehan dihat. A niha, hemû çûna newrozê wek erkeke girîng dibînin, wek ku herin ziyaretê. Wê rojê mewlûd hebû, jin di nav hev de dipeyivîn, digotin, “keçê te dî, filan kes nehat newrozê, filan kesê cilûbergên weha li xwe kiribûn.” Ez matmayî man û min ji xwe re hema guhdariya wan dikir.
Tiştekî din jî balkêş e. Gundiyên me yên ku hatin serdana min û şîna bavê min, hemû hem musilmanên ku nimêja xwe dikin hem jî BDPyî ne û aktîv siyaseta kurdîtiyê dikin. Zarok jî weha ne. Mirov şiyarbûneke berfereh û xweş dibîne. Ev dê ber bi ku ve here, ez wê nizanim. Lê îro rewş ev e. Kêfa mirov pir bi vê şiyarbûnê tê. Bi qasî ku mirov fêm dike, êdî kurd ji vê yekê venagerin. Xurtbûnek heye û ber bi pêş ve diçe. “

GIRÎNGIYA ZIMAN Û TÊKOŞÎNÊ
Mehmûd Lewendî dibêje ku ji bo me ziman pir muhîm e û wiha dirêjî da axaftina xwe: Gundiyên ku tên ba min qîmeta kurdî dizanin. Lê tiştê herî balkêş li dezgehên ku em çûn serdana wan bi kurdî tê peyivîn. Li hin cihan lewhe yan jî navên tiştan hem bi kurdî hem jî bi tirkî hatine nivisîn. Wekî nimûne, Navenda Cegerxwîn û Şaredariya Sûrê. Li hin saziyan lewhe bes bi kurdî ne, wek nimûne Kurdî-Der û Rojnameya Azadiya Welat. Û bi hemû kesên ku li van dezgehan kar dikin re  mirov bi kurdî dipeyive. 32 sal berê di nav xelkê de kurdî axaftin pirtir bû, lê di dezgehan (sazî) de hema hema kurdî axaftin tune bû. Niha axaftin ya bi kurmancî ya bi zazakî ye. Ya dibêjin ”tu bi xêr hatî” ya jî ”ti xêr ameyê”. Di dema me de ev tune bû. Ev pêşketineke xweş e. Ev yek nîşan dide ku zazakî yan jî kurmancî ji zimanê gundîtiyê derketiye bûye zimanê rewşenbîran. Dema ku xelk dibîne rewşenbîr jî bi kurdî dipeyivin, ew jî bi zimanê xwe serbilind dibin.”
Lewendî di dawiya axaftina xwe de jî li ser pêşketinên ku kurd bi riya têkoşîna xwe ya bi salan e bi dest xistine jî bi van hevokan anî ziman: “Belê, ez dixwazim tiştekî din jî lê zêde bikim. Vê sibehê em li mala we bûn, rojnameya Azadiya Welat hat malê, me hem taştêya xwe xwar  hem jî rojnameya kurdî xwend. Ev berî vê 32 salan xewneke mezin bû. 32 sal berê, polîs strana ”melî melî” di nav dosya min a kaxez-maxezên sîgortayê de dît, dîrek (rasterast ez bi cudaxwazîyê tawanbar kirim û ji mada 125an doz vekir. Ez wê demê rêvebirê DDKDê bûm. Ew doz bi doza DDKDê ve girêdan. Niha Azadiya Welat tê malê. Ev pêşketinek mezin e.”

 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Juriya Cannesê diyar bû

ad

Ganz Unten û Kurd

ad

Ocalan: Em ketine pêngava duyemîn

ad

Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

ad

Dosyayek li ser 'Kurdistana Îranê'

ad

Di Roja Ziman de 'Wêjeya Klasîk a Kurdî' hat nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname