Diyarname
Li dinyayê yek ji festîvalên navdar Festîvala Fîlman a Cannesê îsal 72'yemîn car di navbera 14-25'ê gulanê de li dar dikeve. Niha endamên juriyê ya festîvalê hatin eşkere kirin. Serokatiya Juriyê dê derhênerê meksîkî Alejandro Gonzalez Inarritu bike. Her wiha lîstikvan lîstikvana ji DYA'yê Elle Fanning, lîstikvana ji Senegallê Maimouna N'diaye, derhênerê yewnan Yorgos Lanthimos, lîstikvana îngilîz Olivia Colman her wiha lîstikvan Kelly Reichardt û derhêner Robin Campillo jî di nav juriyê de ne.
Derhênerê meksîkî Inarritu di sala 2015'an de bi fîlmê xwe "Birdman" Xelata Derhênerê Herî Serketî, Fîlmê Herî Serketî û Senaryoya Xweser a Herî Serketî; Di sala 2016'an de jî bi fîlmê xwe "Vejîn" Xelata Derhênerê Herî Serketî girtibû.


