Diyarname
Kovara Kurt Tarihi bi navê "Kurdistana Îranê" dosyayeke amade kir.
Kovara "Kurt Tarihi" ku du mehan carekê bi tirkî derdikeve hejmara xwe ya nû ya pûşper-tîrmehê gihand ber destê xwendevanên xwe. Kovarê bi vê hejmara xwe ya 7'an di heman demê de saleke temam kir û ket sala xwe ya 2'yan.
Kovar her hejmar li ser dîroka kurdan dosyayeke amade dike. Vê hejmarê doyaya xwe li ser "Kurdistana Îranê" amade kiriye. Di çarçoveya dosyayê de edîtorê kovarê Mesut Yegen bi prof. Abbas Valî re hevpeyvîneke kiriye. Di hevpeyvîna Valî ku bi ser navê "Kurd ji hikumetê jî, ji muxalefetê jî dûr in" hatiye weşandin de, Vali hem li ser kurdên Rojhilat, hem partiyên li wê derê diaxive.
Akihiko Yamaguchi di nivîsa xwe de li ser rewşa kurdên Îranê ya serdema Sefeviyan disekine. Sabri Ateş jî li ser "Serhildana Ubeydullahê Nehrî" sekiniye. Nivîskar Kakşar Oremar jî bi sernavê "Li Îranê Rewşa Kurdan" nivîseke bi kurdî weşandiye. Ev tekane nivîsa bi kurdî ye di kovarê de tê weşandin, di heman demê de yekemîn nivîsa bi kurdî ye ku kovar diweşîne. (Wekî notek: Li gor edîtoriya kovarê dema bi kurdî nivîsên li ser dîrokî bên dê biweşînin.)
Sara Zandî Karîmî jî di çarçoveya dosyayê de nivîsa xwe bi sernavê "Îran û Tevgera Xoybûnê: Hevdîtinên Parîs û Bexdayê" pêşkêş kiriye.
Ji bilî dosyayê Mehmet Bayrak li ser "Li ser '150'yan" rawestiya ye. Ev "150" hejmara kesên ku berî Komara Tirkiyeyê, di destpêka sedsala 20'an de hatine girtinin e ku di nav wan de kurd jî hene.
Seyîdxan Kurij jî li ser "Xebatên Kurdolojiyê yên Peter J.A.Lerch" sekiniye.
Her wiha Îbrahîm Sedîyanî jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Berî Şerê CÎhanê yê 1'emîn Cemiyetên Kurdan" di kovarê de cih girtiye.
Dîsa nivîser ji arşîvê, bûyerên di van deman de di dîrokê de çêbûne û nasandina pirtûkek li ser dîrokê di vê hejmarê de cih girtiye.
Ji bo têkiliyê:
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.