Li bakurê Çînê, li herêma Moxolistana Navîn a Herîma Xweser, li ser rêya Pekîn-Tîbetê trafîk wisa dirêj bû, rêza ji erebeya çêbûyî gihîşt 100 kîlometreyî.
Li gor nûçeya ajansa Şînhûa got ku par jî trefîkek wisa li ser vê rêyê çêbû û ragihand ku sedema vê yekê xebata berfirehkirina rêya Pekîn-Tîbetê ye.
Nûçegihan radigihînin ku ajokarên erebeyên mezin ev 40 saet in li ser rê sekinîne û dibêjin ku li ser sînorê ketina eyaletê tu lewheyê trafîkê jî nîn in.
Tê gotin ku li ser vê rêyê zêdetir erebeyên komir dibin hene û sedema zêdebûna trafîkê jî ev yek e.
Sedem çi dibe bila bibe ev yek li dinyayê rekorek e ku dûvika trafîkê gihîştiye 100 kîlometreyî.