Diyarname
Danişîna doza siyasetmedarên kurd ku wekî doza KCK'ê tê nasîn îro dîsa li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê li dar ket.
Di destpêka danişînê de heyeta dadgehê tesbîna nasnameyê kir û li ser pirsê, siyasetmedarên kurd careke din bi kurdî "Ez li vir im", "Ez amade me" da. Bersiva siyasetmedaran bi vî awayî di qeydên dadgehê de nivîsandin: "Bi zimanê, tê fikirîn ku kurdî ye axivî". Her wiha heyeta dadgehê ku got ku ewê destûre nedin parastina bi kurdî.
Di danişînê de 104 girtî, 13 serbestberdayî lê yên tên darizandin amade bûn.
Her wiha gelek kesî eleqe nîşanî danişînê de. Di nav kesên ji bo piştgiriyê hatin dadgehê de Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebi, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Ahsen Coşar, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Seroka Giştî ya Egitim-Senê Zubeyde Kiliç mebûsên BDP'ê Sirri Sakik û Emine Ayna, Serokê Berê yê Baroya Stenbolê Turgut Kazan, heyetên biyanî û gelek kesên din amade bûn.
Heyeta dadgehê got yên ku bi tirkî parastinê bikin bila bikin, ji bilî tirkî em destûrê nadin tu zimanekî din. Û ji bo parastina xwe bike mafê gotinê dan Kamuran Yuksek. Yuksek bi kurdî axivî, lewma dengê mîkrofonê birîn û dadgêr got: "Bi qasî min fêm kir tu bi kurdî diaxivî?", Yuksek dîsa bi kurdî got: "Belê ez bi kurdî diaxivim. Em kurd in. Bi hezaran salan li ser vê axê dijîn" û bi van gotinan mîkrofon ji Yuksek girtin. Girtiyên din jî dema mafê gotinê dan wan bi kurdî axivîn û ev rewş heta ev nûçe hate amadekirin dom kir.