Diyarname
Festîvala Kurtefîlman a Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Batmanê ve tê li dar xistin bi merasimekê dest pê kir.
Di kokteyla ji bo destpêkirina festîvalê de Wekîlê Şaredarê Batmanê Serhat Temel, Hevserokên BDP'a Batmanê Saadet Becerikli û Şehmus Aslan, Serokê Meclisa Giştî ya Bajêr Salih Aktan, Şaredarê Kercewsê Esat Oner, şaredarê Misircê Raşit Haşimi û gelek kes beşdar bû. Di merasimê de peyama Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay ku niha di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ye hate xwendin.
Paşê Wekîl Temel axaftineke kir û got: "Ev çalakiya ku em gelek girîng dibînin, em difikirin ku her sal li dar bixin."
Derhêner Ahmet Soner ku di gelek fîlman asîstaniya Yilmaz Guney kiriy jî di axaftina xwe de da zanîn ku li Tirkiyeyê yekem car li ser navê derhênerekî sînemayê salona sînemayê tê çêkirin û festîvalekî li ser navê wî tê li dar xistin û divê ev yek wekî mînak bê girtin.
Di festîvalê de 42 kurtefîlm bi hev re dikevin pêşbaziyê.
Festîval 14'ê vê mehê saet 20.00'an de bi merasima xelatdayînê bi dawî bibe.
Foto: DÎHA
***
Nûçeya eleqedar:


