Diyarname
Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê erkê veguhestina hunermendê koçbarkirî Seîd Yûsif ji Istenbolê bo Rojava girte ser xwe..
He wiha vegirtina konê şînê li pêşiya mala Seîd Yûsif li taxa Xerbiya – Kolana Amûdê
Li gor nûçeya Bûyerpressê, Rêveberiya Xweser biryarên xwe ji bo saziyên çandî û hunerî re araste kir, ku têkiliyê bi malbata hunermend re bikin û kar bikin ser veguhestina darbesta wî bo Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha Lawîn Seîd Yûsif jî ji bo Bûyerpressê wisa gotiye: "Em ê termê hunermend Seîd Yûsif veguhêzin bajarê Qamişloyê Eşqa wî ya Ebedê û wê li goristana Qidûrbeg ya Qamişloyê were sipartin bi axê.”
Peyamên sersaxiyê
Her wiha Desteya Çand a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo wefata Yûsif peyamên sersaxiyê weşandin. Li aliyê din ji ser tora civakî re bi hezaran peyam li ser wefata Yûsif hatin belavkirin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Hunermend Seîd Yûsif wefat kir


