Diyarname
Hunermendê kurd Seîd Yûsif ku ev demek bû li nexweşxaneyeke taybet dihat dermankirin îro wefat kir.
Seîd Yûsif di sala 1947'an de li Qamişlo hatiye dinê. Ev 50 sal in wî bi deng û tembûra xwe rih dabû muzîka kurdî. Yûsif ev nêzî 3 mehan bû ji ber qansêrê dihat dermankirin. Zavayê wî Esad Daş ji bo Ajansa Mezopotamyayê gotiye ku Yûsif îro li Stenbolê wefat kiriye, cenazeyê wî rakirin morgê, dê cenaze bibin Qamişlo lê derfetên malbatê nîn in. Daş xwestiye ji bo destûra birinê û karên fermî alîkarî ji bo wan divê.
Gelek stran bi dengê Seîd Yûsif li seranserê cîhana muzîka kurd belav bûn û xelkê ji wan hez kir. Stranên wekî "Oy Felek", "Nofa", "Çûme Cizîrê", "Meş Ordegê" hin ji wan stranan in...