ENQERE
Ahmet Turk û Aysel Tugluk ku piştî girtina DTP'ê ji bo 5 salan siyaset li wan hate qedexekirin û ji mebûsiyê hatin qewirandin niha dixwazin mafê wan bi paş ve bê dayîn.
Palementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan diyar kir ku ew ê li ser navê Turk û Tugluk daxwazname bide Seroktiya Meclisa Tirkiyeyê û daxwaza bi paş ve dayîna parlementeriya Turk û Tugluk wekî parlementerên serbixwe bikin.
Li gorî nûçeya CNN Turkê, Kaplan diyar kir ku ew ê roja duşem an jî sêşemê daxwaznameyê pêşkêşê Serokatiya Meclisê bike.
Li gorî hiqûqnasan vegera Turk û Tugluk zehmet e.
Dadgeha Zagona Bingehîn ligel girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP), biryara ji parlemeteriyê xistina Ahmet Turk û Aysel Tugluk dabû û cezaya 5 salan ya qedexeya siyasetê li wan kiribû.