Diyarname
Li bajarê Koln a Almanyayê hunermendên kurd hatin ba hev, daxuyaniyeke weşandin û banga yeketiyê kirin.
Di civînê de biryara Însiyatîfa Rewşenbîr û Hunermendan a Ji Bo Neteweyî hate dest pê kirin.
Hunermendan biryar da ku di bin navê vê însiyatîfê xebatên xwe yên ji bo yekîtiyê bidomînin. Di civînê de 47 hunermend, nivîskar, zanyar û akademîsyen amade bûn. Wan bang kişand ser êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê û got ku ew dê rih, ked, deng û rengê xwe ji bo yekîtiyê ava bikin bixebitin. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Ger yekîtî û têkoşîna bi hev re çênebe ne serketinên nû, talûkeya ji destçûyîna yên heyî jî heye. Serketina gelê kurd bi têkoşîan li hemû parçeyan dê çêbe û bi vê yekê dê serketin û yekîtiya neteweyî bê parastin. Ji ber vê yekê divê dawî parçe parçe sekinînê bê. Em xwe wekî wijdanê civakê dibînin, ji ber vê yekê bang li hemû berpirsiyaran dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî li hev bicivin."
Van hunermendan deklerasyon îmze kirin:
Ehmed Huseynî (Helbestvan), Ali Zulfikar (Wênesaz), Bahrem Xoce (Wênesaz), Cemal Abdo-Mirê Hêkan (Wênesaz), Prof. Celîlê Celil (Lêkolîner), Çetin Oraner (Stranbêj), Ciwan Teter (Helbestvan-Nivîskar), Çeleng Omer (Lêkolîner-Akademîsyen), Çoppy (Stranbêj), Delîl Mîrsaz (Stranbêj), Dilawerê Zengî (Nivîskar), Diyar Dêrsimî (Stranbêj), Emekçî (Stranbêj), Ekrem Heydo (Derhêner), Ekrem Efram (Wênesaz), Elî Sayit (Stranbêj), Ersîn Çelîk (Derhêner-Rojnameger), Ezîz Mamle (Stranbêj), Ferhat Tunç (Stranbêj), Firaz Mihamed Ramadan (Şanoger), Garip Dost (Hunermend), Hani Mojtahedy (Stranbêj), Helîm Yûsiv (Nivîskar), Hemen Kurdaxî (Helbestvan-Nivîskar), Hesen Şerîf (Stranbêj), Kawa Nemir (Helbestvan-Wergêr), Mehmûd Berazî (Akademîsyen-Muzîkar), Mehmet Bayrak (Dîrokzan), Melevan Resul (Rojnameger-Nivîskar), Merwan Berekat (Wêjevan), Mizgîn Tahir (Stranbêj), Mîkaîl Aslan (Stranbêj), Munîr Şêxê (Wênesaz), Necmettîn Xulamî (Stranbêj), Reşîd Sofî (Akademîsyen-Muzîkar), Salihê Heydo (Wênesaz-lêkolîner), Sefkan Orkêş (Hunermend), Şehrîbana Kurdî (Stranbêj), Şemdîn (Hunermend), Şivan Perwer (Stranbêj), Şaliko Bêkes (Nivîskar-şanoger), Teymur Evdikê (Sînemager), Tara Caf (Hunermend), Zana Omer (Akademîsyen), Xelîl Xemgîn (Stranbêj).