Diyarname
Tîma fûtbolê Amed Spor ligel teknîk dîrektor Îbrahîm Cezayîr li hev kir.
Teknîk Dîrektorê Amed Sporê Mehmet Budak hefteya borî îstîfa kiribû. Îro rêveberiya Amed Sporê tîm teslîmê teknîk dîrektor Îbrahîm Cezayîr kir.
Ji bo Cezayîr li klûbê bi beşdariya Serokê Klûbê parêzer Metin Kilavuz û endamên rêveberiyê merasima îmzeavêtinê çêbû. Cezayîr piştî îmze kirina metnê wisa got: "Ez serbilind im carek din hatime nav koma Amed Spora mezin, ez sipasiya serokê klûba me û rêveberên me dikim. Ez dixwazik bibêjim ji bo serketina Amed Sporê bi hemû hêza xwe emê bixebitin. J ibo projeya mezin bi ser bikeve em dixwazin avahiyeke baş saz bikin û bi ser bikevin. Bi piştgiriya rêveberiya me û alîgirên me emê bingeha xwe xurt bikin û cihê ku Amed Sporê heq dike bibin wir."
Kilavuz jî axivî û got ku teknîk dîrektorê me Îbrahîm Cezayîr di pêvajoyên berê de ked dabû Amed Sporê baweriya me ew e dê van zêdetir bike. Bila pîroz be."
Kunyeya Îbrahîm Cezayîr
Teknîk Dîrektor Îbrahîm Cezayîr di sala 1979'an de hatiye dinê. Heta niha hin tîm bi rê ve birine, dema herî dirêj ligel Nîgde Anadolu jiya. Ev salek bû teknîk dîrektorê Nîgde Anadolu bû û par di meha rezberê de îstîfa kiribû. Berî wê tîma U19 ya Galatasaray salek bi rê ve bir. Cezayîr di sala 2018'an de çend meh li Amed Sporê teknîk dîrektor bû.
Rewşa niha ya Amed Sporê
Amed Spor niha di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de dilîze. Di 20 hefteyan de 21 pûan girtiye û di rêza 15'an de ye. Teknîk dîrektorê nû Cezayîr roja 2'yê meha pêşiya me dê di maça Amed Spor- Hekîmoglu Trabzonê de tîmê bi rê ve bibe û derkeve maça xwe ya yekemîn. Hekîmoglu Trabzon bi 36 pûanan di rêza 4'an de ye.