logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Nivîskar Ozyalçiner: 'Pirtûk hebin fikrên azad çêdibin'

38'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimek dest pê kir. Di mesarima vekirinê de mêvanê rûmetê yê fûarê ê îsal Adnan

  • Dîrok: 02/11/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

38'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimek dest pê kir. Di mesarima vekirinê de mêvanê rûmetê yê fûarê ê îsal Adnan Ozyalçiner axivî û got: "Heta ku pirtûk hebin dê fikir azad bibe, fikir azad bibe dê jiyan azad bibe. Em ji bo vê yekê li vir in."


38'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku dê heta 10'ê mehê bidome îro vebû. Axaftina destpêkê ji aliyê rêvebereya TUYAP'ê Cemran Oder ve hat kirin. Oder piştî qala naveroka fûarê kir, bal kişand sen Nifşê 50'yî yên tirk û diyar kir ku ew koroyek ji solîsyan li vê derê dikin mêvan. Oder ji pirtûkhezan xwest ku rojeke xwe ji bo pirtûkan veqetînin.

Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) Kenan Kocaturk jî axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiya weşandina pirtûkan ku ev du sal in ji ber kaxiz tê îthalkirin, kaxizê yêrlî nîn e di nav zehmetiyan de ne.


Xwendin û fêmkirin

Kocaturk qaya daneyên welatên OICD kir, diyar kir ku di lîsteya wan de zarokên Tirk di warê xwendin û fêmkirina ji vê xwendinê de di rêza 50'î de ne û got ku divê çanda xwendinê bê pêşxistin. Kocaturk wisa got: "Wezareta Xwendinê ya Neteweyî divê xwendinê, pirtûkxaneyan pêş bixin. Divê zarok werin van pirtûkxaneyan, li dibistanan mamoste rê bidin ber zarokan."

Serokê TYB'ê Kocaturk bang li Serokê Weşangerên Dinyayêy ku ew jî li salonê amade bû kir û xwest ku sala 2020'an Stenbolê wekî Paytexta Pirtûk û Çandê bê qebûlkirin. Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku derket ser dikê wî jî piştgirî da Serokê TYB'ê Kocaturk û got ku di vê warî de çi bar bikeve ser milên wan dê bikin.


Banga Paytexta Çandê

Îmamoglu diyar kir ku bajarê qîmetê nede pirtûkê ew qebûl nake û wisa dom kir: "Ev fûar nirxek mezin dide bajêr. Ji bo vê organîzasyonê emê gavên mezin biavêjin. Ji bo mirov bi rehetî herin û bên emê metroyê zûtir saz bikin. Min banga Serokê TYB'ê girt, em niha de eşkere dikin ji bo Paytextê Çandê em berendam in."

Îmamoglu diyar kir ku fikir û raman di asta navneteweyî de bê lê û layan divê azad be û Stenbol ji bo vê yekê amade ye.

Şaredarê Stenbolê Îmamoglu li ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a li Saraçhaneyê ku vala dikin jî wisa got: "Em niha xebatek dikin ku beşek mezin a vê avahiya me bikin pirtûkxane û bikin navenda çand û hunerê. Ji bo vê yekê em xebatê dikin. Li ser navê demokrasiyê ev der gavek zûtir divê bikeve nav xebatê, di vî warî de emê her cure fedakarî bikin."


Têkiliya pirtûk û azadiyê

Fûar ku her sal nivîskarek wekî Mêvanê Rûmetê hildibijêre îsal nivîskar Adnan Ozyalçiner wekî mêvanê rûmetê hatiye diyarkirin. Ozyalçiner di destpêka fûarê de axivî û got ku wî li ser taxên li qeraxa Stenbolê nivîsiye, însan bi însanan, ligel civakê, bi nirxên wan, bi dewlemendî û xweşikiya wan aniye ziman, li ser wan nivîsiye.

Ozyalçiner li ser têkiliya pirtûk û azadiyê jî axivî û got: "Heta ku pirtûk hebin dê fikir azad bibe, fikir azad bibe dê  jiyan azad bibe. Em ji bo vê yekê li vir in."


Weşanxaneyên kurdan

Di fûara îsal de 11 weşanxaneyên kurdan hene. Weşanên Ar (salon 12), Aram (salon 2), AVA (No 2605 E), HÎVA (No 12508 E), J&J (No 2213 C), LİS (No 2104 F),  NÛBIHAR (No 2605 F), PÊRÎ (No 4103), PIRTUKAKURDÎ (No 12508 B), RÛPEL (No 2605 D), SÎTAV (No 12508 C) stand vekirine. Ji weşanxaneyên kurd ên her sal beşdar dibin Avesta û Peywendê îsal stand venekirine.

Her wiha ji bili van Weşanên Sor (No 3311) û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî  (No 12510 E) jî standê vedikin.

 

**

 

Nûçeyên Eleqedar:

- Panel, gotûbêj û çalakiyên din ên li Fûarê 

- Weşanxaneyên kurd ên dê li Stenbolê standê vekin diyar bûn 

- Mêvanê rûmetê yê Fûara Pirtûkan diyar bû  


Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

news
  • 03 11 2025

Bernameya Şanowanê

news
  • 02 11 2025

'Tavşan Împaratorlugu' bi ser ket

news
  • 01 11 2025

'Alpha'

news
  • 01 11 2025

Bernameya Yenîsahneyê

news
  • 31 10 2025

Belgefîlmê ajokarên ambûlansên di şerê Reqayê de tê çêkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

4 hezar girtî ji bo Kobanî ketin grevê

ad

Klîba Hefteyê 'Şekir Axa' hat

ad

Serketiyên hilbijartina li Başûr û li Iraqê diyar bûn

ad

Bedirxan Badillî: 'Bi înternetê re kurdî pêşket'

ad

Li fûarê piştgiriya ji bo azadiya ramanê

ad

Pêşbaziya Kurtefîlman 'Qeyrana Avê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname