Diyarname
Îro dema dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL) ya li Tirkiyeyê li meclisê bû û bi dengên mebûsên AKP û MHP'ê OHAL ji bo 3 mehên din hat dirêjkirin. Mebûsên HDP û CHP'ê dengên na dan. Ji vê jî wêdetir gotinên Wekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken mohra xwe li nîqaşan da. Baluken îdîa kir ku di nav 4-5 mehan de dê Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim jî wekî Ahmet Davutoglu ji peywirê bê girtin. Baluken wisa got: " Serokomar kengê bixwaze mudexeleyê desteya wezîran dike. Serokwezîr ji peywirê digire, wekîlên serok ên vê derê hay jî çênabi, haya mebûsan jî jê çênabe, ew jî li vir pê dihesin. Wezîr ji peywirê tê girtin haya wezîr bi xwe jê nîn e. Niha dibêje 'Ez dê di desteyan wezîran de guherînê çêbikim.' Haya tu endamên desteya wezîran nîn e. Ez gotinek bi îdîa bibêjim, di nav çar pênc mehan de teqez û teqes dê Serokwezîr Binali Yildirim ji peywirê bê girtin, ev zelal e. Kesek ew qas li ser desteya rêveber hakim be, hûnê vê yekê çawa ji bo gel qal bikin? Hûn nikarin ji bo gel meseleyê vebêjin. Ji ber ku hûn nikarin ji bo gel vebêjin bi OHAL'ê hûn fikra wekî ku rewşek awarte hebe didin gel."