logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Di salek de 64544 pirtûkên zarokan ji bo 0-3 saliyan hatin firotin

Heta ku peyvên zimanekî ji ser zimanê zarokan nekevin, ew ziman ê hertim mîna biharê geş û jîndar be. Ti carî bi kalepîr

  • Dîrok: 03/08/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Serkan Birûsk 


Heta ku peyvên zimanekî ji ser zimanê zarokan nekevin, ew ziman ê her tim mîna biharê geş û jîndar be. Tu carî bi kalepîran re wê neçe gorê. Loma jî gelek girîng e ku ziman bi awayekî xweber û sirûştî di nava malê de bê bikaranîn û bi rêbazên hunerî û nivîskî jî jiyana xeyalî ya zarokan dewlemend bike. Di demên berê de zimanê kurdî zimanê landik û dergûşê bû; yê lorîn û çîrokan bû, her wisa jî yê lîstik û henekan bû; xewn û xeyalên zarokan jî bi kurdî ava dibûn. Loma jî xetera nemanê jê gelek dûr bû.


Belê îro xetereke mezin a zimanî di nava mal û malbatên me de heye. Zimanên dagirkeran di derî û paceyan re derbasî navmalê bûne û li serê odeyê di bin çavan re li xwediyê malê ango zimanê kurdî dinêre. Tevî hebûna vê xetera mezin jî heger îro zimanê kurdî li ber xwe dide; ev bi xêr û saya serhejmariya bikaranînerên wê yên zêde, çanda gundîtî û eşîrî, ola Ezdahî ku rê û resmên wê yên ayînî bi kurdî ne û herî dawî jî hişyariya neteweyî wê li ser piyan digire. Wekî din jî niha li hinek beşên Kurdistanê destketiyên xwebirêvebirinî hene û ev jî tirsa ji nemana zimanê kurdî her diçe kêmtir dike.


Jixwe, heger ev destketiyên me yên hene bi hişmedî û aqlekî stratejîk ên neteweyî werin xurtkirin, ez bawer dikim ku tesîreke wê ya domînoyî wê li ser hemû şênî û malbatên Kurdan çêbe. Gelek malbat jî wê bixwazin ku zarokên wan bi zimanê Kurdî fêrî çanda xwe û ya dinyayê bibin.


Bêguman axaftina bi zimanê dayikê ya endamên malbatê ya bi zarokan re hîmek esasî ye lê têra ku zarok û ciwan wî zimanî di jiyana xwe ya li derveyî malê de bi dewlemendî bi kar bînin, nake. Li vir berhemên cuda yên bi zimanê dayikê dikevin dewrê. Loma li hemû deverên dinyayê wêjeya zarokan xwedî ciyekî girîng e. Li vî welatê ku ez aniha lê dijîm; Swêdê ku serhejmara wê ji deh mîlyonan hinekî bêtir e, sala 2017'an  64544 pirtûkên zarokan ji bo 0-3 saliyan hatine firotin, îca ev hejmar sala 2018'an hinekî din zêde bûye û gihaye 64701 pirtûkan*.


Di dema nivîsandina vê berhevkirinê de hejmarek fikir di nava serê min de peyde bûn… Werhasilîkelam, dîsa li Swêdê li gorî heman lêkolînê di nava van her du salên dawî de herî zêde pirtûkên zarok û ciwanan hatine firotin.


Ez dizanim ku xebatên li ser pirtûkên zarokan li welatê me jî, dewam dikin. Heta niha gelek weşanxaneyan xebatên hêja kirine. Gelek pirtûk ji zimanê biyanî ji bo kurdî hatine wergerandin. Min bi xwe jî heta niha sê pirtûkên zarokan û yek jî yê ciwanan ji zimanê swêdê wergerandiye kurdî.


Di van rojan de du pirtûkên hêja yên zarokan gihîştin ber destên min. Her du pirtûk jî ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hatine nivîsandin. Çetoyê Zêdo wekî dramatûrg di ÎBŞT û di hin şanoyên kurdî de xebitî. Di Teatra Zîv de derhênerîya şanoyên “Şengê û Pengê” û “Bêlome” kir.


Wekî din jî, ez dizanim ku hê gelek xebatên wî yên hêja ji bo zarokan hene. Îca heger ez li van her du pirtûkan vegerim, ên ku Ronî Battê berg û xêzikên wan çêkirine û Nûbiharê jî ew bi navên  “Du Legleg; Zozan û Gernas” û “Daweta Noko û Nîskê” çap kirine. Bi rastî jî Çetoyê Zêdo berhema xwe bi zimanekî ji bo zarokan palandî û bi peyvên neqandî hûnandiye. Di warê rastnivîsînê de jî, mirov keda Ardî Zêdo divê paşguh neke û loma jî mirov dikare bêtirs van berheman bide zarokan.


Her wisa jî bi peyamên xwe yên li ser parastina xweza û şûnwarên dîrokî (Heskîf) yên Kurdistanê, hêza hunerê ango ya amûra bilûrê ya muzîkê, diyaloga bêdeng a Leglegan û şivanê hawîrhez û ajalparêz, hewldan û berxwedena avakirina jiyaneke biewle û hevbeş, ê ji bo zarokan bifêde be… Çi baş bûye ku Çetoyê Zêdo zalimtî nekiriye û aqubeta Siyabendê Sêwî û Xecê naniye serê van her du leglegên sêwî û pireş.


Wekî din jî di her du çîrokan de navên mekan û komên civakî yên birastî ango yên ku me mirovan li wan kirine, hatine bikaranîn. Wekî Serhed, Qerejdax, Dêra Axtermanê, Heskîf, Çinar, Omeriyan û Koçer, Alûcî… Baştir e ku Çeto li şûna van navan navên xeyalî-honakî bi kar neaniye. Ji ber ku zarok wê têkiliyeke rasterast bi navên rastîn ên dever û beşên civakî ên welatê xwe re daynin. Di van her du pirtûkan de ku li ser hîmê çîrokên gelêrî hatine afirandin, tişta beloq xuya dike; bikaranîna medya civakî ye. Medya civakî berhemeke kompîterê an jî ya telefona destan e. Berî bikaranîna peyva medya civakî tu agahî li ser tune ka civata ji haziran ne çêtir xwedî kompîteran an jî telefonên destan in. Heger vexwendinnama daweta Alûciyan wek e-mail bihata şandin ew ê biba tiştekî din.


Tişta din ku pirtûka bi navê Daweta Noko û Nîskê balkêştir dike, ew e ku, Çeto li kêleka çîroka edetî şanonameya wê jî nivîsandiye. Di pirtûkekê de du berhemên cuda ên yekmijarî hene. Xweş e ji ber ku hemû dibistanên ku bi kurdî dersê didin, dikarin bi asanî vê şanoya amade bi zarokan bidin lîstandin.

02.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

 

*Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê orjînal ê vê nivîsê "Ziman bi berhemên zarokan dewlemend û temendirêj dibe" bû, me guhart, ev sernav lê kir.

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

MHP'ê ji Amedê bar kir!

ad

Panelêke serê kirmanckî û kirmancan de virazêno

ad

Jinên Eczacıbaşi bûn şampiyonên dinyayê

ad

Kurdan got, 'One minute'

ad

BERPIRSIYARIYA WÊJEKARAN

ad

Ahmet Turk: Barzanî bivir li lingên xwe dixe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname