Diyarname
Îro li Klûba Galatasaray spor rêveber û teknîk dîrektor jî di nav de testan ji bo koronavîrusê ya çend kesan pozîtîf derket.
Li nav Kilûba Galatasaray pêşî navê Abdurrahman Albayrak hat belavkirin. Serokê Duyemîn ê Galatasaray Abdurrahim Albayrak bi vîrusê ket. Îro piştî nîvro hat eşkere kirin ku testa Albayrak pozîtîf derketiye.
Berêvarkî vê carê navê teknîk dîrektorê Galatasaray Fatih Terim hat belavkirin. Vê êvarê hat eşkerekirin ku testa wî jî pozîtîf derketiye. Terîm ji ser hesabê xwe yê twitterê re wisa nivîsî: "Di esta ku îro hat kirin de encam pozîtîf derket. Ez li nexweşxaneyê di destên bi bawer de me. Xeman nexwin. Bi hêviya di kurtedemê de emê hay ji hev hebin."
Û paşê hat gotin ku cîgirên Terîm Hasan Şaşa û Umît Davala jî bi vîrusê ketine, testa wan jî pozîtîf derketiye lê ev yek nehat teqezkirin. Agahiyên ku tên wekî dibêjin pozîtîf e jî hene, negatîf e jî hene.