Berfîn Dicle
Ji meheyek zêdetire ji ber xeletiya xwe dilê min kul bibû!...
Li terziyek nêzî karê xwe digeriyam. Min got, a baş ez li malbatên xwendekarên xwe bigerim. Heger hebe ew ê bizanibin. Min têlefonî diya yekî ji wan kir! Piştî min silavan lê da û li rewşa teva pirsî şûn de, min terzîyên pê dizanin jê pirsî. Bi dengekê sar û xalî bersîva min da! Min xwebixwe got, hebe nebe hê serê siba zû ye, dibe ku min ew ji xew şiyar kiribe loma wisa sar e. Min axaftina xwe qut kir û min go, ez ê paşê li te vegerim.
Nêzî nîvro yê car din lê geriyam, dîsa dengê wê wisa sar bû. Min hew xwe ragirt û sedema sarbûna wê pirsî. Dengê wê bi kelogirî bû: ma qey qîza min qasî hevalên xwe nedibû te, notên wê kêmî wan da ye!
- Çawa kêmî wan e? Heta ji min hatiye min pûanên teva bilind û herî baş lêxistiye!
Wê jî êdî hew xwe ragirt û ji kezeba şewîtî giriya!
-Ez her ro dihatim cem te, li rewşa qîza xwe dipirsî, te digot, gelekî baş e! Te dilê min xweş dikir, lê waye di qarneya wê de wisa nabêje!
-Çi dibêje?
- Du dersên wê orte ne!
Navê du xwendekarên min wekî hev in. Yek jê kurik e!
Wekî ez dizanim, rewşa xwendekarên min tev, gelek baş in lê lawik ê ku hevparê nav e, ji ber ku çend hewariyên wan ketin serhev, piçek aliqî û paşê, di demekî kin de bixweve hat. Ez ketim sistemê, nizam ji ber çi bû şîfreyên me guhirandibûn, min kir nekir venebû! Dotira rojê li ser kar min ji rêvebiran pirsî gotin sîstem venabe!
Bi rastî dêya vê keçikê pir alîkariya min kiribû. Salek salewaxt min her hefte deftera xwe didayê dibir mal, ji dêlva min ve tijî dikir û tanî. Polê paqij dikir, çend cara tirşînê ji min re anî bû. Qîzik jî wekî bilbil dixend, pirsê min tavilê dibersivand.
Do tevî ne li bajêr bûm jî xwendekarek min a kemoterapî dibîne heye, dêya wê têlefonî min kir got : Xoce belgeyek me heye, divê tu îmze bikî. Sibê jî roja dawîn e! Gere em bişînin Lösev ê!
Ez vê sibê bê taştê, ketim rê hatim. Çûm ku belga wê îmze bikim. Dîtina min dî şûna îmza min tune. Heye tomarek kaxiz daniye ber min. Min tevî hûr û kûr xwend. Tenê nav û têlefona min xwestine. Ne hewcê îmzeyê ye. Hê saet 8 ê sibê bû hema li hewşa wan rûniştim, min nexwest herim mala wan, ew ê bi çûna min biwestiyana. Keçik baş bibû, jidiyabû, bejn avêtibû. Bi dîtina wê bêhna min derket.
Min ji wir da rê çûm mala wê xwendekara xwe, min êdî nikaribû qarneyek nû derxista, de min go ez ê hema dîsa li ser binivisînim, ji ber xeletiya min pûanên wê kêm xûya dikin û min ê îmzeyek bavêtina binê nivîsa xwe. Heyfa keçik û diya wê ye ewqas kesirîne.
Ne çûm mala wan jî, hema li bin dêliya hewşê rûniştim û min têlefonî wan kir. Min cixara xwe vêxist, bala min bi jinikek ket ber bi min ve dihat. Min go qey cîranên wan e. Min înca baş lê mêzekir, ez çi bibînim baş e? Diya wê keçikê ye. Reng di rûyê wê de nema ye. Qîza wê jî paşve xûya kir. Diranên wê ketine, zeîf bûye çilmisiye, heger ne hewşa wan bûya min ê ticar pê dernexista ku ew e!
Ez ji ber wan rabûm piya, min dilê keçikê car din xweş kir, û li qarnê nihêrt.
Çavê xwe li nota gerand tu kêmasî tune. Dewra yekem, min orte dayê, wekî teva. Lê dewra duyem tev pekîyî ne...
Min dîsa jî sitêrkek bi qarnê ve danî û îmze kir.
Jinik pir şermî bû. Uzrê xwe xwest û kelogrîbû. Got: va mehek e ez bêhiş tevdigerim.
Min jî qet gumanan jê nekiribû û neketibûm sîstemê, carcaran ku diket bîra min, dilê min jan dida! Zarûk in kêfa wan dişkê û ez zanim malbat jî di tesîra notên nebaş de dimînin.
Meheyeke nahêle qîzik bi dilê xwe tatîlek bike û ji xwe re têr bileyze! Çûye çend pirtûkên nû kiriye qîzikê dixwebitîne. Tevî min gotibû: ji ber xwe de ranebin li dersan nexebitin.
Axir çawa min dît xeletî ne ji min e, min ew li tenişta xwe da rûniştandin û got: ev mehek e hişê min li we bû. Madem xeletî ne ji min e, sala pêşiya me jî dîsa tê deftera min tijekî.