logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

‘Bila wekî quretî neyê fêmkirin lê li benda bertekeke wisa bûm’

Stranbêjê ciwan Mirad Demîr vê hefteyê bi deranîna singla strana gelêrî ya bi navê “Hey Nermê” di cihê serekê yê medyaya

  • Dîrok: 02/06/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Zekî Ozmen

Stranbêjê ciwan Mirad Demîr vê hefteyê bi deranîna singla strana gelêrî ya bi navê “Hey Nermê” di cihê serekê yê medyaya civakî ya bi kurdî de cih girt. Strana bi hevkariya Erdem Altinses hatiye amadekirin dengek mezin veda. Klîba singla wî di van çend rojan de bi hezaran car hat parvekirin. Heta vê hefteyê kêm kesan navê wî bihîstibû. Wî, vê hefteyê gaveke mezin ber bi xeyala xwe ve avêt. Mirad Demîr ji bo bibe muzîkvan dev ji zanîngehê berdabû. Niha jî li Stenbolê debara xwe bi muzîkê dike. Me ji bo Diyarnameyê pirsên meraq dikirin jê pirs kirin û wî jî bersiv dan:

Bi derketina singla te ya “Hey Nermê” re medya civakî serobino bû. Babet bû parvekirin, ecibandin û pesinandina vê stranê. Piştî ew qas kefteleftê derûniya te niha di çi rewşê de ye?

Mirad Demir:  Kêm zêde salek çêbû ku ez li ser covera vê stranê dixebitim û bi rastî gelek kêfxweş bûm bi helwesta erênî ya guhdaran. Hêvîdar im dê berdewama vê xebata me jî were...

Tu pêşiya weşandina vê stranê li benda bertekeke çawe bûyî gelo?

Wekî min got gelek demeke dirêj e em li ser vê stranê dixebitîn û bila wekî quretî neyê fêmkirin lê heqeten ez jî li benda bertekeke wisa bûm, ji ber ku  tevlî hemû dost û hevalên ku alîkarî dan min em bi kedeka bêhempa xebitîn.

Cara ewilî ye dibim şahid ku stranbêjekî nayê naskirin di muzîka kurdî de bi singlekî ew qas nav dide. Sir an jî şîreteke tu li stranbêjên ji te hesidîn bikî heye?

Bi min ev salên dawî ku medyaya civakî pêşketî avantajek e ji bo kesên fena min ku zêde nayên naskirin. Lewra êdî dem ne dema berê ye ku em bêjin kesên di hemû hêlên hunerê tên nasîn dikarin deng vedin! Şert û merc guherîne: êdî kesên amator jî dikarin xwe bi mîlyonan bidin temaşekirin û îspatkirin. Min ne bawer e ji xeynî xweşikbûyîna pora min a xelek hin stranbêj ji min bihesidin :)

Komên muzîkê yên wekî Lawje, Kardeş Turkuler û Rastak jî muzîkeke nêzîkî vî şêweyî çêdikin. Şêwaza te ne tişteke nû ye. Lê rewş wisa çêbû wekî ku ji ber hebûna valahiya vê stîlê her kes li benda stranên bi vî şêweyî bin...

Yên din li vî diyarî lê Lawje hem wekî komeke muzîkê û hem bi kesayetî mamoste Elî Tekbaş îdolê min ê muzîkê ye. Bi min valahiyek di vê stîlê de nîn e bes tarzên din gelek gelek zêde ne.

Rola Erdem Altinses di singlê de çi ye?

Bêhenek dibêjim, ger ev pirs wiha bûya jî dibû: “Rola te çi ye li ber a Erdem Altinses a di vê singlê de” :) kedeka bêhempa û aqilekî kûr e Erdem Altinses. Mala wî hezar carî ava.

Bala min kişand ku klîb zêde hêsanî û bêzehmetiyek mezin li ser dikê hatiye kişandan. Çima ev tercîha vîdeoyî?

Pirsa herî hêsan ev bû bo min :) bersiv jî wekî her kesî texmîn kiribe ev e: rewşa me a aborî mixabin. Û ji vir dîsa spasiyên xwe pêşkeş dikim bo ŞA Performansê ji bo sahneya xwe bi me re parve kir, spasiyek mezin bo derhêner Aram Dildar ku bi dil û can klîba me kişand û her wisa spasiyek bo rêveberên ŞA Performansê Egît Firat û Tuncay Ozel.

Te xêr ji singlê dît û te nav da. Tu yê bi singlan karê xwe yê muzîkî dewam bikî yan bi albumê?

Ger şert û merc destûr bidin min dil heye dem bi dem bi çend singleyên din bidomînim, niha fikrekî wekî albumê tune di serê min de.

Min têra xwe pirs kirin, tiştek di dilê te de mabe fermo...

Spasiyeke mezin bo we jî dikim bo van pirsên xweş û bi kêf. Mezintirîn xwesteka min ew e ku rojek bê di festîvalên tenê bi kurdî û profesyonel de derkevim ser sehneyan...

**

Mirad Demîr kî ye?

Mirad Demir di sala 1992’yan li navçeya Çêlê ya Culemergê ji dayik bûye û heta zanîngehê hemû dibistan li Culemergê xwendine. Li Zanîngeha Rihayê Beşa Endezyariyê xwendiye lê bi gotina wî “ji ber hiş û aqlê wî tenê li ser muzîkê bû” zanîngeh terikandiye. Bi awayekî amatorî dest bi muzîkê kiriye. Li cafeyan, konsertên biçûk û li hin çalakiyan derdikeve ser dikê. Niha li Stenbolê dijî û debara xwe jî bi muzîkê dike. Bi weşandina singla “Hey Nermê” vê hefteyê gaveke mezin ber bi xeyala xwe ya muzîkvaniya profesyonelî ve avêt.

 

 

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon:  0212 -6266455, info@davetiyeonline.net  


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nûçegîhana Dîhayê tecrîd dikin

ad

Dadgeha Bilind cezaya Kurşun betal kir

ad

Ji Arjen Arî "Efendîno"

ad

Di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de çalakiyên kurdî û weşanxaneyên kurd

ad

Vê carê ji bo Wanê stran têne gotin

ad

Ev ne xebera xêrê ye: Zahîd Brîfkanî hat kuştin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname