Diyarname
Piştî konsera Rockê, vê carê konsereke bi navê "Stranên me ji bo Wanê ne" li dar dikeve.
Konsera ku dê li Navenda Kongre ya Stenbolê ya li Salona Harbiyeyê li dar bikeve de bi ser 20 hunermendî re dê beşdar bibin.
Konser roja 3'yê sermawezê, roja pêncşemê saet 20.00'an de dest pê dike. Bilêtên konserê bi 50 û 100 TL'yî têne firotin.
Di konsera ku dê Oktay Kaynarca û Songul Oden pêşkêşvaniya wê bikin de hunermendên wekî Arif Sag, Arzu, Belkis Akkale, Can Dundar, Cengiz Ozkan, Edip Akbayram, Erdal Erzincan, Gulay, İzzet Altinmeşe, Kerem Alişik, Mazlum Çimen, Melike Demirag, Mercan Erzincanli, Onur Akin, Sevcan Orhan, Suavi, Tolga Sag, Volkan Konak, Yavuz Bingol, Yeni Turku, Zara û Zulfu Livaneli dê derkevin ser dikê û stranên xwe ji bo Wanê bistrên. Hemû pereyên ji konserê bêne bi dest xistin ji bo bi rêya Kiziliyê dê ji bo Wanê bêne şandin.
Konsera Rockê 500 hezar TL kom kir
Di konsera "Ji bo Wanê Rock" ku roja 30'ê kewçêrê li dar ket de 500 hezar TL pere hat bi dest xistin.
Konsera ku Aylin Aslim, Mor ve Otesi, Mogollar, Haluk Levent, Demir Demirkan, Emre Aydin, Feridun Duzagaç, Kurban, Model, Duman, Ogun Sanlisoy, Redd, Hayko Çepkin, Şebnem Ferah û Yüksek Sadakat jî di nav de li dor 40 kom û kes beşdar bûbûn de li dor 14 hezar heb bilêt hatibûn firotin. Her wiha wê demê Rock hat nivîsîn û SMS jî hatin şandin. Bi giştî ji vê çalakiyê 500 hezar TL hat bidest xistin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Konseya Aboriyê: Wanê herêma afetê îlan bikin
- Beşîktaşiyan stûpêçên xwe ji bo Wanê avêtin
- 'Hela Deqeyek bisekne' ji bo Wanê tê lîstin
- Hejmara miriya gihşît 535 kesî
- Şaredariyên BDP’ê ji bo Wanê seferber bûn
- Barzanî mîlyon dolarek alîkarî da Wanê
- BDP dibe alîkar, dewlet dibe asteng!
- Ji Wan û Erdîşê notên rojekê (24.10.2011)
- 13 rojnameyan ev wêne weşand
- ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin
- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir
- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê
- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû
- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn
- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe
- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne
- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine
- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê
- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene
- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû