Di van rojên ku cejna zimanê kurdî tê pîroz kirin de, mijara gelek sohbetan girîngiya ziman û çawa ziman dê bibe rojeva siyasetmedar û a kurdan e. Lê ji bo tiştek di jiyana mirovan de cih bigire gerek ew tişt bi kêrî wan were. Yanî gerek pere bike. Bi mitîngan û bi daxuyaniyan tu nikarî ziman têxî jiyana mirovan. Li ciyekî wekî Qoserê tu dikarî du rojan carekê mîtîngekê li dar bixî (lê ne di qiyala nîvro de) û qala girîngiya zimanê kurdî bikî. Ji bo Qoseriyan tu wateya wê nîn e, ji xwe li Qoserê jiyan bi kurdî ye.Lê ji bo me êdî gavên pratîk divê
n. Bi mitîngan û daxuyaniyan ev xebat nabe.Di vê pêvajoyê de zimanê kurdî bi kêrî siyasetmedarên me nayê. Ji bo vê yekê gelek siyasetmedarên me di warê ziman de pir ne hesas in. Ji bo siyasetmedarên me bi zimanê xwe siyasetê bikin di destpêkê de divê bi zimanê xwe bizanibin, ji bo wê jî gere bi kêrî wan were.Di vir de kar dikeve ser milê
TZPKurdî û partiyê. TZPKurdî dikare bi partiyê re peymanekê îmze bike. Kesên ku sertîfîkaya wî ya Kurdî-Derê tune be nikaribe di partiyê de cih bigire. Yanî çawa kesên ku dîplomaya wî/ê tirkî nîn be nikare bibe parlementer an jî şaredar. Gerek ji bo kurdî jî wisa be .Bi vê yekê dê şaxên Kurdî-Derê jî vala nemînin.Em dikarin hin gavên pratîk xal bi xal li jêr rêz bikin.
1) Dîplomaya Kurdî:
Kesên ku ji Kurdî-Derê sertîfîkaya wî/ê nîn be nikaribin di partiyê cih bigirin2) Hêviya Jinê:Kovara
Hêviya Jinê an bê girtin an jî navê wê bêguhertin. Ji ber ku bi vî halê xwe tu hêvî tê de tune ye.3) Ozgur Polîtîka:Kî bîra rojname
yê bir ku li Ewropa bi tirkî be? Gerek Ozgur Politîka bibe heftane û Azadiya Welat li Ewropa dest bi weşanê bike4) Kurdî-Der :
Divê şaxên Kurdî-Derê pirtir bibin, bi vê yekê dê xwendin û nivîsindana kurdî bi pêş bikeve. Carinan navenda Kurdî-Derê şaxên xwe ziyaret bike ka çi karî dikin.
5) Azadiya Welat:Her çiqas rojname xwe van rojan guherandi be jî (pismamê min jê re dibêje orgutsel dokuman) divê haya wê ji xwendevanên wê jî hebe. Tu dibê qey xwendevan tune ne li gorî xwesteka xwe rojnameyê diweşînin. Divê quncikek ji bo xwendevanan veqetînin.6)
Roj Tv:Xwedê ji wan razî be roj ê herî kêm çar pênc bernameyên giftugoyê hene û hemû beşdar jî yek fikrê diparêzin. Êdî wextê guherînê hatiye. Berê tenê kurdî ba bes bû lê edî bernameyên sporê, fîlm û rêzefîlm pêwîst in. Ez hêvîdarim êdî em ê ji xeynî siyasetê hin tiştên din jî di Roj Tv de bibînin.M
irov dikare bi dehan mînakên din jî bide. Lê ez dibêm ji bo fêmkirina mijarê ev qas mînak bes in.Êdî divê kurd xwe ji çalakiyên ji rêzê rizgar bikin û dest bi çalakiyên bê îtîatiya sivîl bikin.
***
Nivîsa Rohat Rosî ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Di facebookê de çima kurdî nîn e?