Diyarname
Belgefîlmê derhêner Bulent Gunduz ê bi navê “Evdalê Zeynikê” beşdarî Festîvala Fîlman a Navnteweyî ya Srî Lanka Bûddhîst dibe.
Gunduz li ser jiyana dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê par belgefîlmekî bi navê “Evdalê Zeynikê” kişand û belgefîlm îsal di meha rêbendanê de li Parîsê galaya wê li dar ket.
Belgefîlm niha wê di “Festîvala Fîlmên Navneteweyîyên Srî Lanka Bûddhîst” de bê nîşandayîn.
Festîval di navbera 27’ê gulanê û 1’ê pûşperê de li dar dikeve, derhêner Gunduz tevî belgefîlmê xwe hatiye vexwendin.
Li ser beşdariya festîvalê Bulent Gunduz agahî da me û got; “Vexwendineke ji hêla festîvala fîlmên Bûddîst ve gelekî watedar e. Evdal jîyana xwe ji bo xweza û mirovahiyê xerc kir. Em jî wekî qasidê çandê diçin ku nimîneriya Evdalê Zeynikê bikin. Ji vî wêdatir jî, ev rewş nîşan dide ku Evdalê Zeynikê bi felsefeya xwe bi hezaran kîlomêtre wê de, li Srî Lankayê pêwendiyê datîne.”
Senarîst û derhênerê fîlm Gunduz got ku Evdalê Zeynikê di dîrokê de wêjeya kurdan bi devkî diyarî mirovahiyê kiriye. Em jî hêvî dikin ku di festîvalên din de jî derfet çêbe û em dinyayê ji Evdal mehrûm nehêlin.