Şêxo Fîlîk
Hevzayendî bi zimanekî din peyivîn e…
Bilge Karasu(1) hevzayendiyê bi vê hevokê rave dike û pê de diçe “ev ziman bi tirsê, bi tenêtiyê, bi têrnebûnê, bi hêsta serîhildanê dagirtî ye û neçar e ku tim li gorî kesê(n) dîtir teşe bigire.” Karasuyê ku hevzayendî şibandiye zimên, heke kurmanciya zayendbar û tewangbar bizanibûya gelo wê wiha lê zêde nekira; peyveke nêreza ku mêyeza hatiye tewandin?…
Mîna laşekî nêreza ku ji rih û mejiyekî mêyeza re bûye hepisxaneyeke gerok. An jî dijberî wê û vê carê laş mê lê ruh nêreza… Axir ruh û laşekî ne li hev û li hemberî hev serî hildayî… serîhildaneke –beriya her kesî- li hember xwe… dil şûna şerekî sor… şerekî xwe bi xwe re… şerê şerm û şabûnê… şabûna mîna roniya rojê û şerma mîna reşiya şevê… rêşaşî, nexweşî, sûcdarî, gunehkarî, qunekî… çi?.. kîjan?.. ziraviya pira Siratê ye navbera hezkirin û hetikînê… araf...
Bi çi çavî lê dinêrin binêrin (olî, civakî, sirûştî, zanistî) rewş û derûniyeke komplîke ye hevzayendî. Rewş û derûniyeke têrkomplîke jî herî hêsan bi vê şibandina bejinbost a Karasu tê ravekirin jixwe; neçar e ku tim li gorî kesê(n) dîtir teşe bigire. Wexta em berhemên ku li ser vê têmayê ava bûne dinêrin, çi di edebiyata dinyayê de çi di edebiyata me de –wekî ku Karasu piştrast derxin- li gor her serdemê bi awayekî din teşe girtiye. Carinan wek rêşaşî hatiye nirxandin, carinan wek nexweşî; carinan hatiye qedexekirin, carinan serdem lê hatiye rehmê û di çerçoveya ‘hûmanîzmê’ de lê hatiye nêhirtin. Wek her mijara civakî ku siya xwe bi awayekî teyisandiye ser edebiyatê, mijara hevzayendiyê jî wek hokereke civakî di edebiyata hemû netewan de kêm/zêde an jî bi lênêhirteneke baş/xirab cih ji xwe re dîtiye. Ji ber ku ev mijar jî di paşxaneya xwe de lênêhirtineke civakî dihewine, lênêhirtina civakî, bandor li edebiyata wê civakê jî kiriye.
Em ê jî bi riya çend nivîsên ku li ser vê mijarê hatine nivîsîn(2), ewil bergeheke giştî ya edebiyata netewên din derxin û paşê derbasî edebiyata kurdî bibin(3).
“Bi qasî ku em ji dîrokzanên edebiyatê pê dihesin di Destana Gilgamêş de (ku kevintirîn destana nivîskî ye) evîn û arezûya di navbera du hevzayendan de bi dostanî û hevaltiya du mêran hatiye nixumandin. Dîsa hozanê qedîm Homeros, di Îlyada û Odyyseîa de -ku wek çavkaniya edebiyata rojava tê dîtin- cih dide evîna di navbera “lawikan” û yezdanê yezdanan Zeus û Apollon de diqewime; her wiha evîna di navbera Akhilleus û Patroklos de jî wek dostaniya du mêran tê vegotin(4)”.
Her çiqas di navbera qehramenên destana Gilgameşê de em şopên têkiliyeke zayendî nebînin jî pêwendiyeke hêstiyarî di navbera Gilgameş û Enkîdû de bi awayekî eşkere tê dîtin. Lowma ev evînên hevzayendî ne û ji ber metirsiyên civakî bi vî hawî hatine nixumandin an heqet jî hezkirina jidil a hevaltî û dostaniyê ne nayê zanîn. Bi ser de şiroveyeke wiha, wê nirxandineke çiqas rast be ew jî cihê nîqaşê ye. Lê berhemên edebî ku çi bi riya nixumandinan çi rasterast li ser vê mijarê ava bûne ne hindik in.
Heke em romana modern bi Cervantes bidin dest pê kirin, di romanên sedsala 18emîn de em rastî şopên hevzayendiya ku ji hêla norma serdest ve wek ‘rêşaşî’ hatiye nirxandin tên. “Fanny Hill” a John Cleland (1749) yekem berhem e ku hatiye qedexekirin, bi boneya têkiliyên hevzayendî. Ber bi dawiya sedsalê ve “Sodom’un 120 Günü” a Marquis de Sade ku di 1782’an de hatiye nivîsîn ji bo bê çap kirin 122 salan dipê û di sala 1904’an de der diçe.
Hevzayendî, di edebiyatê de wek têma wê di dawiya sedsala 19emîn û destpêka sedsala 20emîn de geş bibe. “Dorian Gray’ın Portresi” a Oscar Wilde ku bi hêmayî be jî şopên homoerotîk tê de tên dîtin û berhema bi navê “Teleny” ku rasterast qala têkiliyên hevzayendî yên di navbera mêran de dike wê bibin pêşengên avabûna edebiyata hevzayendî ya modern. Dûv re berhem li pey hev tên; “Merhamet Sokağı” (1895) a Adolfo Caminha, “Wings” (1906) a Mikhail Kuzmin, “Imre: A Memorandum” (1906) a Edward Prime-Stevenson, “Kayıp Zamanın İzinde” (1913-1927) a Marcel Proust, “Venedik’te Ölüm” (1913) a Thomas Mann, “Maurice” (1914) a E. M. Forster ku piştî mirina wî di sala 1970î de der diçe; wek yekem romanên ku qala têkiliyên hevzayendî dikin di refikên dîroka edebiyatê de cih li xwe xweş dikin. “The Well of Loneliness” a Radclyffe Hall ku di sala 1928an de der diçe û tê qedexekirin jî yekem roman e ku bi awayekî aşkere qala evîneke lezbiyenî dike(5).
Dema di edebiyata tirkan de li ser arkeolojiya hevzayendiyê lêkolînek tê kirin, -wek edebiyata kurdan- ya ku bêhtir derdikeve pêş hevzayendiya mêran e. Yekserî jî di Edebiyata Dîwanê ya Serdema Osmaniyan de şopên evîn û arezuya di navbera mêran de bêhtir eyan e. Her çiqas di edebiyata Dîwanê ya Osmaniyan de eşq û benginiya ji bo xortan bi piranî sergirtî û bi şifreyên pederastîk hatibe veşartin jî mesnewiya bi navê “Hûbân-nâme” a Enderunlu Fâzil ku tê de lawikên ji qewmên cihê teswîr dike wek bavê Edebiyata Hevzayendiyê tê qebûl kirin. Dîsa “Dellâkname-i Dilküşâ” a Derviş Îsmaîl ku di sedsala 17. de derçûye yek ji metnên edebî yên hevzayendî ya wê serdemê ye. (6)
Wek ku li jor jî hatibû qal kirin; ‘hevzayendî, wek têma di edebiyatê de dawiya sedsala 19emîn û destpêka sedsala 20emîn de geş bûye. Lê çirûskên vê geşbûnê jî di sedsala 17 emîn û 18 emîn çirûsîne. Çi ku wê serdemê ev mijar di edebiyatê de wek pêlekê rabûye û bandor li edebiyata netewên din jî kiriye. Tevî ku li dinyayê rewş ev e û yekserî jî serdema 17emîn û 18mîn ji bo vê mijarê qonaxeke girîng e, gelo di edebiyata me ya wê çaxê de rewş çi bû?
Nirxandina berhemekê çend gavan ji xwendina wê berhemê pêşdatir e, ji ber ku nirxandin dîsîplîneke dîtir e û rasterast xwe dispêre lêkolîneriyê. Ku ew berhem berhemeke klasîk be îca nirxandina wê berhemê dibe karûbarekî girantir. Ji ber ku ji bo nirxandina berhemeke wê serdemê, tevî dîsîplîna li jor bi ser de jê re pêzanîna tarixê, pêzanîna zimanê kevn û pê re jî (belkî) pêzanîna (qe nebe) yek du zimanên din divê. Çima ku pêzanîna min a tarixa wê serdemê têr nake, kurdiya kevn kêm pê dizanim û zimanê farisî, erebî û osmanî jî hema bêje qet pê nizanim bêyî ku zêdegaviyekê bikim ezê tenê balê bikişînim ser çend tiştan.
Gelibolulu Mustafa Ali (7) ku bûrokratekî osmaniyan e li ser edet û xisletên civakê berhemeke bi navê “Mevâidün Nefais fi Kavaidil-Mecalis” nivîsiye û di beşa 8emîn de qala ‘lawik’ên ji qewmên cihê ku civaka osmanî pêk tînin kiriye. Tê de bi awayekî dûvdirêj lawikên ecem, ereb, gurcî, çerkes, tirk teswîr dike û ji bo lawikên kurd jî van rêzikan lê dike; “Kürt tüysüzleri, anadan doğma evbaş olanların tecrübesine göre sağlıklı, yumuşak ve uysal ve her ne teklif olunsa dinleyip yapmaları çok olur. Hele bellerinden aşağısını kına ile boyatır, dizlerine ininceye kadar boyanarak kendilerini süslerler.”
Mele Mahmûdê Bazidî (8) jî di “Adat û Rusûmatnameê Ekradiyê” de beşek ji ‘Kurbaziyê’ re veqetandiye û gotiye ku di nav kurdan de kurbazî eslen (qethen) peyda nabe; “Weku dinê kaffed (hemû) qebahetan di ekradan de peyda dibitin. Îlla du şolêd (cûre) qebahat ko li nik wan eslen peyda nabî, û belkû nebûye adet jî. Yek me’azallah Lîwat e (kurbazî, lawhebinî), yanî eslen waqî nabitin (naqewime) û i’it’iqada wan jî bi rastî ew e ko eger mirovek meazellah lewatiyê (kurbaziyê) bikitin, kevir li ser wan dibaritin. Û cinabetî jî êdî ji ser wan ranabitin. Û qebehata dinê jî meyvexwarin e.”
Jan Dostê ku tîpguhezî û ravekirina “Adat û Rusûmatnameê Ekradiyê” kiriye, li ser vê gotina Bazidî ji Mem û Zîna Xanî beşekê mînak dide;
Meyla beşerî beşer divêtin/Emma we keçan puser divêtin
Keç qet li keçan dibin xerîdar/Bê neqdê kuran muhal e bazar
(…)
Û wê beşa ku li vir hatiye kurtkirin bi kurdiya îro wiha şîrove dike; mirov bal bi mirovan ve tê kişandin (di têkiliyên evînê de) lê hûn keç in û divê dilê we bi kuran ve biçe. (…) Ev tişt qet nabe bi dîtina min, ev xewn e we dîtiye yan jî xeyal e. Paşê jî wiha rave dike Jan Dost; Xanî li vir ne tenê li dijî têkiliyên kur û kuran e, lê ew dibêje ku ev têkilî di civaka kurdî de qet nîn e. (r. 107, 108)
Wek tê zanîn di Mem û Zînê de roja Newrozê Mem û Tacdîn kincên jinan; Zîn û Stî jî kincên mêran li xwe dikin û diherin newrozê. Li wir, li qada Newrozê çav li hev dikevin û dilê Mem û Zînê dikeve hev; yê Stiyê û Tacdîn jî dikeve hev. Piştî ku Zîn û Stî tên malê Pîrê bi halê wan dikeve gûmanê û jê dipirse bê ka çima reng û rû li wan zer bûye û di ser xwe de melûl melûl difikirin. Zîn û Stî piştî dudiliyekê ji Pîrê re qala qewimîna li qada Newrozê dikin. Ev malikên li jor jî gotinên Pîrê ne û bi Zîn û Stîyê dide zanîn ku wan xewnek an jî xeyalek dîtiye ji ber ku ev ne tiştekî pêkan e ku dilê jinan bikeve jinan.
Gelibolulu Mustafa Ali îddia kiriye ku di nav kurdan de jî ‘kurbazî’ hebûye. Lê Bazidî û Jan Dost jî di hewla wê de ne ku bi raya giştî bidin zanîn ku ‘kurbazî’ wek edetekê di nav kurdan de ‘eslen peyda nabûye.’ Di nav kurdan de kurbazî hebû an tunebû an jî hevzayendî dûrî edetên kurdan e an na? Ev cihê nîqaşê ye û belkî dikare bibe mijara xebateke sosyo-kultûrî lê armanca vê nivîsê ne piştrastkirin an jî pûçderxistina vê îddiayê ye. Bergeha vê nivîsê şopgerîna metnên homoerotîk û wek temayeke edebî hevzayendî ye. Lowma jî dibe ku bi qewlê Bazidî û şiroveya Jan Dost hevzayendî (mazaallah) di nav kurdan de tune be. Lê carinan tiştên ku di nav wê civakê de tune bin jî nikarin bibin mijara berhemeke edebî?
Wek xisusiyeteke Klasizmê, Xanî jî di “Mem û Zînê” geh bi riya vebêjêrekî tevna berhema xwe ristiye geh leheng dane axaftin. Tevî ku gotinên li jor ji devê Pîrê (lehengê berhemê) derketine û herçiqas Pîrê qala nepêkaniya dilketina jin û jinan kiribe jî tenê ji ber ku di berhemê de qala tiştên ku em lê digerin dibe, gelo meriv nikare malikên li jor di derbarê vê nivîsê de binirxîne? Lewre em neketine pey nivisên ku pesnê kurbaziyê an jî hevzayendiyê didin, nivîsên ku kurbazî û hevzayendî şermezar kirine jî dikevin çerçoveya vê nivîsê. Lewre berhemên ku navê wan li jor hatiye hilanîn hinekan jê bi çavekî asayî hinekan jî wek ecêbekê hevzayendî nirxandiye. Lê wexta ku di edebiyata wan de xebatek li ser vê mijarê hatiye kirin navê hemû nimûneyan (yên erênî jî û yên neyînî jî) di wê xebatê hatiye hilanîn.
Sermeselê; Kemal Tahir di “Devlet Ana” de hevzayendî wek ‘dewarî’, ‘êrişkarî’, ‘bêexlaqî’ û wek ‘xirabî’ nirxandiye. Wî jî îdia kiriye ku ew îcadekî gawiran e û di çanda tirkan de ‘eslen peyda nabe.’ Dîsa berhema din a ku wek tiştekî ‘xirab’ nêzikî hevzayendiyê bûye “Kör Sait’in Oglu” (1981) a Necmi Onur e. Her wiha Atilla İlhan jî him di “Hangî Seks” de ku li ser rêşaşiyên seksê gotar nivîsîne û him jî di romanên xwe yên “Fena Halde Leman” (1980) û “Haco Hanım Vay” (1984) de li ser heman mijarê (hevzayendî) sekiniye û bi heman lênêhirtinê (rêşaşî) nirxandiye. Atilla İlhan jî hewl daye ku bi xwendevan bide zanîn ku ev tiştên nepak tenê di nava komikên marjînal de hene û heta hûn bêjin dûrî çand û civaka tirkan e. Lê di hemû xebatên ku li ser vê mijarê hatine kirin, navê Kemal Tahîr jî tê hilanîn yê Necmi Onur jî û navê Atilla İlhan jî…
Hevzayendiya ku herkes wek rûreşiyekê xwe jê dişo û wek tawanbariyekê yek davêje ser yê din ji kê û ji ku peyda bûye bila di şûna xwe de bimîne û em vegerin ser mijara xwe.
Wexta ku Xanî dostanî û dilsoziya Mem ûTacdîn teswîr dike (9) şibandineke balkêş dike;
Ew yarê jidil, ne serserî bûn (Ew dostê hev ê ji dil bûn, ne serserî bûn)
Rehşubhetê Mîhr û Muşterî bûn (Rasterast mîna Mîhr û Muşterî bûn)
Mîhr û Muşteriyê ku Xanî dostaniya Mem û Tacdîn dişibînî, navê mesnewiyeke eşqê ya farisan e û ji hêla Assarê Tebrîzî (784-1382) ve di sedsala 14emîn de hatiye nivîsîn. Mijara mesnewiyê jî eşqa di navbera Mîhr û Muşterî de ye ku her du jî mêr in. Prf. Dr. Kadri Yıldırım jî -ku tehlîla Mem û Zînê kiriye- di jêrenotê de bi kurtahî qala vê mesnewiyê dike.
Dîsa sahneya ku Stî û Zîn wek du ‘xortan’ ber bi qada newrozê ve dimeşin, li gor teswîra Xanî wiha ye; hemû mêrên ku çav bi wan dikevin har û dîn dibin, ji ber xweşikiya wan her du ‘xortan’ hemû jî ‘sermest’ û ‘sergêj’ in. Tacdîn (di nava kirasê jinan de) ji kalekî salborî dipirse ka ev çi hal e. Kalê salborî wiha bersivê dide (10);
Wî got: “Du şehlewendê şeddad” (Kalê salborî go: Du lewendên xweşik î zalim)
Îro li vî xelqî bûne cellad (Îro bûne celladê vî xelkî)
Herçî ku dibînin ew serxweş (Kiyê ku çav li wan serxweşan dikeve)
Fîlhal dikin wiha muşewweş (Di cih de dibin sergêj û sermest)
Wan go: “te nedî ku ew çi reng in” (Mem û Tacdîn go: ma te nedî ku ew kî ne û çi ne)
Wî go: “du kur in ziyade şeng in” (Kalo go: du kurên pir xweşik in)
Wan go ku: “Bi şîr û şeşper in ew” (Mem û Tacdîn go: bi şûr û şeşper in?)
Yane bi xedeng û xençer in ew? (Yan bi tîr û xençer in)
Wî go ku: “Bi xemze û bi awur” (Kalo go: bi xemze û bi awir in)
Xelqê dikujin wekî bi keybur (Bi wan awirên xwe xelkê dikujin)
Erê Zîn û Stî esas du jin in, lê mêrên ku li ser wan har û dîn dibin bi vê nizanin. Ya ku hişê wan ji serê wan dibe û wan har dike esas xweşikiya wan xortan e. Gelo (dîsa gelo) ev jî wek şîfreyeke pederastîk nikare bê şîrovekirin?
Dîsa, Mem û Tacdîn (her çiqas Zîn û Stî di eslê xwe de jin bin jî) dil dikevin wan du xortên ku herkes dîn kirine. Ji ber ku haya wan jî jê tune ku ewên li hember wan du jin in. Zîn û Stî jî esas dil dikin du jinan ji ber ku ew jî nizanin yên li hember wan mêr in.
Xelkê di xebatên xwe de şayesendin û silavdayînên bi vî rengî wek şifreyên pederastîk nirxandine. Heke gotinên Bazidî û Jan Dost ji serî heta binî rast bin jî gelo meriv nikare van gotinan wek bandorlêkirineke edebî ya wê çaxê binirxîne? Dîsa û dubare; ji ber sedemên ku li jor hatibûn qalkirin, min qelsbûna xwe ya di edebiyata klasîk de anibû ziman. Lowma hemû “gelo”yên vê beşê ne wek îddiayekê lê divê rasterast wek pirsan bên xwendin, pirsên ku li muxatabê xwe digerin…
Dema em dîna xwe didin edebiyata modern a netewên din, di vî warî de têra xwe xebat û berhem derketine. Lowma ne pêkan e ku navê hemû berheman li vir bê hilanîn. Hema li ser înternetê bê nivîsîn jî bi sedan çavkanî û xebat derdikevin ku sinifandinên curbecur li ser kirine. Ji ber ku piraniya kurdan, xwendinên xwe di ser tirkî re dikin, emê çend mînakan ji edebiyata tirkan bidin û derbasî edebiyata kurdî ya modern bibin.
Di edebiyata modern a tirkan de yekemîn berhemên ku li ser mijarên hevzayendî hatine nivîsîn teqabûlî serdema Meşrutiyeta II’em dike ku fikrên cihêwaz herî zêde di wê serdemê de dihatin nîqaşkirin. “Ah Bu Sevda” (1910) û “Aşk Hodbînî” (1910) a Baha Tewfîk, “Bir Zambak Hikayesi” (1910) a Mehmet Rauf berhemên sereke yên vê serdemê ne(11). Lê piştî van berheman bêdengiyeke demdirêj dest pê dike di vê mijarê de û tiştek nayê nivîsîn. Ango serdema avabûna komara Tirkiyê di warê temayên hevzayendî de serdemeke têra xwe stewr e. Salên 1950î yekserî di çîrokên “Alemdağda Var Bir Yılan” (1953) a Faik Sait Abasıyanık de wek silavdayînên hevzayendiyê kêm zêde xwe didin nîşandan. Di vî warî de yê herî berhemdar jî Reşat Ekrem Koç e. Di romanên xwe yên dîrokî yên bi navên “Erkek Kızlar” (1962) û “Kösem Sultan” (1972) de her çiqas cih dabe temayên hevzayendî jî ne bi awayekî rastrast lê -wî jî- qîma xwe bi hêmayan û bi silavdayînan aniye.
Murat Mungan ji berhema xwe ya yekem “Son İstanbul” (1985) û heta dawiyê li ser vê mijarê hûr dibe, qalibên heyî yên derbar vê mijarê de dişkêne û di romana xwe ya pirqetmanî “Üç Aynalı Kırk Oda” (1999) de vê şopê derdixe pîleyeke rajor.
Romana “Leyla İle Şirin” (1992) a Hülya Serap Doganer, jî du qarekterên jin ên evîndarê hev in. Dîsa du romanên salên 1990î ku hevzayendî kirine navenda xwe; “Kılavuz” (1990) a Bilge Karasu û “Cemil Şevket Bey” (1997) a Selim İleri ne. İleri di “Solmaz Hanım” û “Kimsesiz Okurlar İçin” de jî dev ji vê rêyê bernade û bi “Yarın Yapayalnız” (2004) ku qala evîneke bi êş a di navbera du jinan de dike, wê bigihêje lûtkeya xwe.
Salên 2000î ji hêla vê mijarê ve ji bo edebiyata tirkan wek gencîneyekê ye. Romana “Travesti Pinokyo” (2002) a Sibel Torunoğlu û rêzeromanên Mehmet Murat Somer a bi navê “Hop-Çiki-Yaya” ku trawestiya bi navê Burçak Veral kiriye serlehengê romanê, du nivîskarên hêjayî navhilanînê ne. Dîsa Duygu Aseneya ku tim qala çîrokên jinan dike bi romana xwe ya “Paramparça” (2004) berê xwe dide evîna di navbera du mêran de. Perihan Mağden piştî romana xwe ya bi navê “İki Genç Kızın Romanı” (2002) bi romana “Ali ile Ramazan” (2010) di wexta xwe de deng vedide. Romana Ayşe Kulin a bi navê “Gizli Anların Yolcusu” (2011) û wek berdewamiya wê “Bora’nın Kitabı (2012)” du romanên din in ku hevzayendî ji xwe re kirine mijar.
Edebiyata modern a kurdî;
“Mîrname”ya Jan Dost ji hêla vê mijarê ve hêjayî nav hilanînê ye. Qarekterê bi navê Yavuz ku nivîskar wek ‘Mirovê Rûgirtî’ bi me dide nasîn, dema qala serpêhatiya xwe dike ka çima rûyê xwe bi kitanekê pêçaye, di derheq jiyana xwe de jî hin hûrgiliyan dide. Ew jî dike ku “Mîrname” jî bibe mijara vê nivîsê. Piştî ku bavê Yavuz (Mirovê Rûgirtî), diya wî li pêş çavên wî dikûje, Yavuz ji malê direve û dikeve nav lepên ‘neştercî û heşaşan.’ Çîroka wî ya ku me eleqadar dike jî ji vir dest pê dike; “bûme lawikê wan û her ku kêfa yekî ji wan dihat xameya xwe di diwêta min de dikir û axînên şehweta xwe li ser pişta min dinivîsîn. r.193-194” Piştî qederekê êdî ev kar li xweşa Yavuzê ku bûye maxdûrê destdirêjiya neştercî û heşaşan jî diçe. “ku bûme nêzikî çarde panzde salî êdî kêfa min jî dihat û ax û ofên şehwetên min û kesê ji pişt min ve tevlîhev dibûn.” Piştî gelek şevên bi vî rengî xetatekî Diyarbekirî, Yavuz dibe ba xwe û wî hînî xetxêziyê dike. “Kêfa min gelekî ji şiklê qelemê û diwêtê re dihat û ez dîsa xuriyam. Ji qelema qalind ya zile bêtir, min li bin zikê wî dinêrî û hêwî dikir ku ew bi xwe dest pê bike.” Hêviya Yavuz tê şûnê û Xelîlê Xetat, gelek caran derdê dilê xwe û yê Yavuz derman dike. Qederekê têkiliya wan a bi vî hawî, bi nîvbextewarî û nîvhesûdî dewam dike. Heta ku ew têkîlî vediguhere eşqeke yekalî ku Yavuz bi hesûdiya vê eşqê Xelilê Xetat dikuje... (Dost, Jan. Mîrname, Avetsa, 2002, )
Her çiqas ji hêla homoerotîzmê ve bi qasî Mîrnameyê ne metneke cûretkar be jî, di “Martinê Bextewar” de Jan Dost, vê carê cih dide qarekterekî hevzayend û di ser qarekterê bi navê Hans re bala me dibe ser heman mijarê. “…berî nêzika çil salî bû. Min xwehên xwe jî bi xwe re birin. Ew li wir bi xwesteka xwe çûn xizmeta dêrê û nexwestin bizewicin. Ez bi xwe jî ji zewacê mehrûm mam. Ez nemêr bûm. Di çarde saliya xwe de min nas kir ku ez nemêr im…” (Dost, Jan. Martinê Bextewar, Avesta, 2012, r.34)
Dijberî romanên kurdî ku cih dane vê temayê, romana “Jar lê Sermest” a Lokman Ayebe tevna xwe bi temamî li ser evîna du mêran ava kiriye. Jar û Sermest du mêr in, Sermest bi Jarê hevalê xwe yê homoseksuel re dikeve têkiliya hevzayendî; “Di ser naskirina wan re nêzîkî salekê qediyabû. Jar ji bo xebata waneyê hatibû mala Sermêst. Hinekî xebitîbûn pê re ji xebatê aciz bûbûn û bi hev re çûbûn ji sûkê mey kirrîbûn û vegeriyabûn malê. Jixwe çi bûbû piştî vexwarina wê meyê û di dema serxweşiya wan de çêbûbû. Nizanîbûn çawa di tavilê de du kesê mêr tazî ketibûn pêxîla hev. (r.100) Lê paşê poşman dibe û Jar dikûje. Erê kes nizane kê Jar kuştiye lê ûcdanê Sermest bela xwe jê venake. Jixwe tevna romanê jî li dora Sermest û li dora vê poşmanî û ûcdan-aziriyê digere. Wexta ku em bala xwe didin monologên Sermest ku deriyên binhişiya wî ji me re vedikin, esas ne ku Sermest tiştekî bêyî dilê xwe kiriye û paşê jî bi poşmaniya wê rabûye hevalê xwe yê ku jidil jê hez dike kuştiye. Belkî jî Jar bûye sebeba tiştine din û Sermest giraniya vê rastiyê ranegiriye lowma… (Ayebe, Lokman. Jar lê Sermest, Belkî, 2004)
Di romana “Hôtel Europe” de Ferhad Pîrbal jî wek têmayekê cih dide mijara hevzayendiyê û bala me dibe ser tenêtiya hevzayendan û jiyana wan a dijwar. Qarekterê bi navê Mihemedê Hecizade ku melayekî îranî ye, ji ber ku li welatê xwe ji hêla rejîmê ve hatiye qewirandin xwe spartiye Fransayê. Çima ku Fransayê hê destûra xebatê nedayê, jiyaneke şerpeze derbas dike ku êdî nikare debarê jî bike. Rojekê bi navê Denis, Fransiyekî pîr nas dike û ji ber neçariya xwe pê re dikeve pêwindiyeke hevzayendî. Çi ku Denis yekî dewlemend e û ji bo vî karî pere dide melayê îranî. “Mihemedê Hacîzade, mêrekî îranî yê xwediyê kultureke îslamî û muhefezekar (…) çawa razî bibe here bi homoseksûlekî dewlemend yê Parîsê re seksê bike!?” (Pîrbal, Ferhat. Hôtel Europe, Avesta, 2012 )
Çidem Baran, di çîroka ‘Şeva ku ji her şevan reştir’ de, di ser derûniya Zelixaya qarekterê çîrokê re nêzikî dijwariya jiyana keçeke lezbîyen bûye. Zordestiyên civakî, malbatî û derdorî Zelixayê tîne ber çaterêyekê û mecbûr e ku êdî biryarekê bide. (Kovara Çirûsk, Rêbendan 2011, r.43)
Dîsa bi çîroka “Rokurteke Payizê” ku hêjayî xelata çîrokan a Abdullah Duran hatiye dîtin Çidem Baran vê carê me dibe mekan, erdnîgarî û atmosfereke din. Em dibin şahidê hestên veşartî yên şervanekî ku di bêrêvareke payizê de ji ber barana şid tevî hevalekî xwe di şikeftekê de neçar dimînin. Ji saloxdanan nivîskar me pê dihesîne ku lehengê çîrokê ji mêj ve di nava hestine tevlihev de ye di derheq rêhevalê xwe de. Lê ewê din jê bêhay e ku hevalê wî li hember wî xwediyê van hestên ‘xerîb’ e. Berêvareke payizê û mekaneke teng û tarî (şikeft) ji nişka ve van hestên veşartî li leheng diazirîne û êdî hew xwe radigire. Bêyî ku li encama wê ya giran bifikire… (Kovara Tîroj, hj50, Gulan Pûşber-2011, r.55 )
Dilawer Zeraq di “Bişirîna Şermînî” de evîna Edlan û Berzal (her du jî mêr in) bi çavê Şermîna ku dil kiriye Edlan nivîsiye. Nivîskar di ser êşa jinekê re berê me dide têkiliya hevzayendî ya di navbera Edlan û Berzal de. Lewre dilê Şermînê ketiye Edlan û pê ne bawer e ka Edlan jî jê hez dike an na. Nivîskar bêyî ku di derheq têkiliya Edlan û Berzal de gumanekê bi xwendevan re çêbike an jî bêyî ku nîşaneyeke vê yekê bide, heta fînalê çîrokê dispêre kurmê evînê yê di dilê Şermînê de dixilxile. Herçiqas aşê çîrokê bi ava êşa jinekê û nediyariya hestên Edlan bigere jî di fînalê de em jî bi Şermînê re bi awirên şaşwaz rastî Edlan û Berzalê ku di paxila hev de raketine tên. Hêjayî gotin û pesindayînê ye ku nivîskêr bi saloxdan û şayesendinan têkiliya Edlan û Berzal di asteke pir asayî (normal) de vegotiye. Ya ku di vî warî de çîrokê dike resen û xweser jî ew e. Wek çîrokên din ên kurdî ku li ser vê temayê ava bûne, ne qala dijwariya jiyana wan hatiye kirin, ne bala me biriye ser nakokiyên hundirîn ên qarekterên eşqeke hevzayendî... Ne hewce bi nixumandinê dîtiye ne jî bi pesindayinan rakiriye asteke ‘pîroz.’ Çîrok wek qewimîneke ji rêzê ya jiyana rojane di henûniya xwe de herikiye. Û bi ser de ev hemû jî di pencereya êşa Şermînê de qewimiye. (Zeraq, Dîlawer. Bişirîna Şermînî, Lis, 2016)
Di çîroka “Perdeya Vekirî” ya Fewzî Bîlge de, ji ber xumamiya li ser fînala çîrokê, meriv nikare bi awayekî piştrast tiştekî teqez bibêje. Ji vî aliyê xwe ve hinekî dişibe vebêjêrê çîroka bi navê “Louvre’den Çaldığım Heykel” a Sait Faik Abasıyanık. Ev xumamiya Bilge û Abasıyanık jî pênaseya Tzevetan Todorov a di derbarê fantastikê de tîne bîra meriv(12). Lewre Todorov fantastikê wek ‘dudilî û xumamiya ku ji metnê derbasî xwendevên dibe û hercar deriyê îhtîmaleke dîtir li ber xwendevên vedike’ pênase dike. Tevî vê xumamî û dudiliyê, bi qasî ku îhtîmaleke dîtir jî pêkan e, hebûna mijara me jî îhtîmalek e û di wê radeyê de pêkan e. Hebûna wê îhtîmalê jî dike ku em vê metnê jî wek silavdayineke bo vê mijarê hesêb bikin. (Bilge, Fewzî. Qehpikên Kûçeyan, Belkî, 2007)
Nivîskarê metnên dijwar H. Kovan Baqî ku hema bêje hemû nivîsên xwe li ser dijmekan, dijzeman û dijzayendiyê ava kirine, bi gelek berhemên xwe dikare bibe mijara vê nivîsê. Lewre ev bêzayendiya –belkî jî gotina pirzayendî rasttir e- qarekteran dike ku her kes –heke sahneyeke erotik hebe- wê sahneya erotik li gor fantaziyên xwe bixemîlîne. Ji bo lezbiyenekê ew sahneya erotik dibe pevşabûna du jinan, ji bo geyekî dibe pevşabûna du mêran û ji heteroseksuelekî dibe pevşabûna jin û mêrekî. Ji ber vê xweseriya xwe hemû metnên Baqî ku di çerçoveya ‘psîkanaltîk’ de nirxandinê heq dikin, bi rihetî dikarin bibin mijara nivîseke li ser homoerotîzm û hevzayendiyê. Di vî warî de çîroka bi navê “q” û “vî” û romana “Heteroglossia” hêjayî navhilanînê ye. (Baqî, H Kovan. Bêexlaq, Na, 2012, Heteroglossia, Ronahî, 2014)
Bawer Rûken, di “Dojeha Veşartî” de me li hişkûbirîndiya trajediya xortekî gay diqelibîne. Jin qet ne li ser bala qarekterê çîrokê ne û ew bi vê dizane. Çi ku çend caran xwe li jinan ceribandiye lê bi ser neketiye. Lê malbat, derdor, civak… leheng mecbûr dikin ku bi Narîna hevala xwe ya zaroktiyê re bizewice. Li derve dawet, şahî û kêfxweşî; li oda bûk û zava şîn, poşmanî û girî… Li vî alî Narîn, li wî alî lehengê me… Dil şaş dibe bi kê bişewite. (Rûken, Bawer. Dojeha Veşartî, Avesta, 2011)
Di edebiyata me de wek gelek mijaran ev jî mijareke ‘bakîr’ e û hê xebatek an jî berhevkariyeke bi rêkûpêk (bi qasî ku ez lê geriyame) li ser nehatiye kirin. Lowma wek hemû xebatên ewilîn ev xebat jî wê ne bi rêkûpêk be. Bêguman ji bo ku bibin mijara vê nivîsê berhemine din jî wê hebin ku min nexwendine an jî haya min jê çênebûye. Lowma jî ev nivîs û nivîsên din ku heta niha min li ser internetê belav kirine û yên ku ji niha û pê ve wê bên nivîsîn ewê kêmahiyên xwe têkûztir bikin û belkî di pêşerojê de bi hawê xwe yê nûjenkirî û berfirehkirî ji nû ve çap bibin.
Çavkanî
1. Akatlı, Füsun. “Özel Günlük”, Öteki Metinler, Metis Yayınları, 2016, r. 78
2. Ji bo wan nivîsan binêrin; Belge, Murat. “Eşcinsellik,” Edebiyat Üstüne Yazılar, İletişim Yayınları,1998
Altunpolat, Remzi. Saklananlar ve Söylenenler; Türk Romanında LGBT Kimliklerin Yol İzleri, Birgün Kitap, Kuir Edebiyat Dosyası, 2013, Hj 137.
Okşacan, Halit Erdem. Eşcinselliğin Toplumsal Tarihi, Tekin Yayınevi, 2012
Gümüş, Semih. “Yüzyılın 40 Öykücüsü” Notos hj. 20, 2010, r. 16-23
Türker, Yıldırım. “Bir Serüven” Kaos GL, hj. 102, 2008, r. 14.
“Eşcinsel Aşkın Çevresinde” Cogito 4, Bihar 1995, r. 61-63
3. Beriya wê hewce bi ravekirina çend peyvan heye ku di çavkaniyên biyanî de carinan li şûna hev hatine bikaranîn û carinan li hev hatine şaş kirin. Ev jî bûye sedema tevlihevî û şaşfêmkirinê.
Sermeselê; Bentham bi navê “Paederasty” (1785) gotarek nivîsiye û di sala 1978an de di kovara Journal of Homosexuality de çap bûye. Bentham, têgeha paederasty (kubazî/oğlancılık) ji bo hemû têkiliyên di navbera mêran de bi kar aniye. Heta ku daxwaz û îradeya her du aliyan hebe, Bentham şaşiyek tê de neditiye û ji hemû têkiliyên bi vî rengî re gotiye Paederasty ku di kurdî de tê maneya kurbaziyê. Wexta ku îradeya aliyekî nebe wê çaxê Bentham ev wek destdirêjiyê bi nav kiriye û ji bo wî problem di vir de dest pê dike. (Can madenci, Bentham ve Eşcinsellik, iktisadiyet.com, 24.06.2015)
“Encyclopedia of Homosexuality” (Eşcinsellik Ansiklopedisi) jî pederastiyê wek ‘pêwendiya di navbera mêrekî gêhiştî û kurikekî 12-17 salî de’ pênase dike û wiha pê de diçe; ‘Ev pêwendî qesta têkiliyeke zayendî dike û ji bo ku ji wê têkiliyê re ‘pederastîk’ bê gotin ne hewce ye têkiliya zayendî pêk hatibe. Hebûna xwestek û arezûyeke vî hawî jî jê re bes e.’
Îro di dinyaya modern de têkiliya cinsî ya bi zarokan re (ku telefûzkirina wê jî dilê meriv dixelîne) di derbarê binpêkirina mafên zarokan de tê qebulkirin û ev bi tundî tê şermezarkirin û hatiye qedexekirin ku ya maqul jî ev e. Li gor hiquqa navnetewî jî kesê ji 18 saliyê biçûktir zarok tê qebûlkirin.
Nexwe ku ev berhem berhemeke edebî jî be û tiştên ku di derheq kurbaziyê de hatine nivîsîn sêwirandin jî bin, -bi ya min- nivîsana li ser mijareke wiha, metirsiya teşwîkkirin û normalîzekirina vê rewşê jî bi xwe re tîne ku ev qet ne tiştekî exlaqî, civakî an jî mirovahî ye. Lowma di vê pevgirêdanê de emê (dijberî Bentham) kurbazî û hevzayendiyê ji hev veqetînin, ji bo serdema klasîk peyva kurbaziyê û ji bo serdema modern peyva hevzayendiyê bir kar bînin. Ji ber ku hevzayendî ne wek kurbaziyê ye. Hevzayendî ‘têkiliya di navbera du kesên gêhiştî de ye ku zayenda wan yek e.’ Ango xwestek, dilkêşî û têkîliya du mêrên gêhiştî an jî xwestek, dilkêşî û têkîliya du jinên gêhiştî... Peyva gêhiştî tê maneya kesê ji 18 saliyê mezintir.
Her wiha hevzayendî ji bo têkiliyên bi vî rengî serenav e. Ango heke ev xwestek, dilkêşî û têkilî di navbera du mêran de be ew kes wek “Gay” na ku di navbera du jinan de be wek “Lezbiyen” tên pênasekirin. Lowma dijberî kurbaziyê hevzayendî di derbarê mafên mirovan de hatiye qebûlkirin û hissiyata kesên gêhiştî ku êdî dilkêşiya wa a zayendî zelal e me eleqadar nake. Ya ku li me dikeve tenê hûrmetnîşandan e.
Bêguman di kîjan serdemê de diqewime bila be, zarok her zarok e û heke metirsiya teşwîkkirina vê şermezariyê hebe ev metirsî ji bo berhemên klasîk jî derbasdar e. An jî ji ber ku klasîkan li ser mijareke wiha nivîsiye nivîskarên klasîk –li gor hiquqa navnetewî- nabin wan kesên ku ev ‘şermezarî’ teşwikkirin e. Lewre xebatên ewilîn ên derbarê mafên zarokan de teqabûli destpêka sedsala 20emîn (1924) dikin û ‘Danezana Mafên Zarokan’ jî 1989an de tê qebûlkirin. Berhemên klasîk ên li ser vê mijarê jî (bêhtir) di sedsala 17-18emîn de hatine nivîsîn. Ji ber ku beriya sedsala 20emîn hatine nivîsîn di wê serdemê de zarok kî ye, çi ye hê nehatiye pênasekirin û di vê derbarê de danezaneke yekgirtî tunebûye. Ango ji kê re zarok tê gotin, zaroktî di çend saliyê de diqede ev ne diyar bûye û li gor her civakê diguheriye. Jixwe ji ber wê nezaniyê bûye ku zarokên 12-13 salî dihatibûne zewicandin. Lowma da ku rê li ber analizên şaş bê girtin hewce ye her bûyer li gor şert û mercên serdema xwe bê nirxandin. An nexwe li gorî şert û mercên îro nirxandina sedsala 17emîn wê me şaşiyên mezin biqelibîne.
4. Altunpolat, Remzi. Saklananlar ve Söylenenler; Türk Romanında LGBT Kimliklerin Yol İzleri, Birgün Kitap, Kuir Edebiyat Dosyası, 2013, Hj 137
5. Okşacan, Halit Erdem. Eşcinselliğin Toplumsal Tarihi, Tekin Yayınevi, 2012
6. Bardakçı, Murat. “Osmanlı Hamamından Dellak Manzaraları”, Hürriyet Haber, 20.02.2000
7. Gelibolulu Mustafa Ali, Görgü ve Toplum Kuralları Üzerinde Ziyafet Sofraları, Tercüman Yayınları,1978, r. 59-60
8. Mele Mahmûdê Bazidî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiyê, Nûbihar, 2010
9. Yıldırım, Kadri. Ehmedê Xanî Mem û Zîn, Avesta, 2013 r. 183
10. b.n.b r. 194,195
11. Okşacan, Halit Erdem. Eşcinselliğin Toplumsal Tarihi, Tekin Yayınevi, 2012
12. Todorov, Tzvetan. Fantastik: Edebi Türe Yapısal Bir Yaklaşım, Nedret Öztokat, Metis Yayınları, 2004
**
Nivîsên Şêxo Filîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di çîrokên hin nivîskarên kurd de şaşiyên teknîkî
- Li Ser ‘Rêyeke Nû’ Lêgerîna Rêçên ‘Rû û Kûr’