Diyarname
Kovara lêkolînî bi navê Zend wekî 27'emîn hejmar gihîşt ber destên xwendevanan. Wêneyê Hacî Qagirê Koyî berga kovarê xemilandiye.
Zend ku wekî weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi salan berê dest bi weşanê kiribû nav biguherin jî weşan didome. Kovar niha di bin edîtoriya Eyyub Subaşi de weşana xwe didomîne. Di vê hejmarê de Tahir Baykuşak li ser "Rola Hacî Qadirê Koyî di Avakirina Fikra Neteweperwerîya Kurdî de" nivîsiye. Baykuşak li ser helbesta Koyî wisa dibêje, "Bi awayê klasîk binivîse jî, dema ku mirov li naveroka helbestên wî dinêre, mirov dibîne ku peyvên trên, telgraf, gramofon, roman û rojnamegerî ku rasterast bi ilm û çanda ewropî ve girêdayî ne di helbestên wî de hatine bikaranîn." Her wiha ew balê dikişînen ser têgehên “weten” û “dewlet” ên Koyî dibêje ku ev têgel bi awayê modern di helbestên Koyî de cih digirin.
Nivîseke din a li ser şexsiyetên dîrokî yên kurd jî ya Olga Mîxaîlovna Dîmîtriyeva ye. Dîmîtriyeva bi sernavê "Xebatên Mele Mehmûdê Bazidî Wekî Çavkanîya Serdema Navîn a Dîroka Kurdan" nivîsa xwe pêşkêş kiriye ku Umîd Demîrhan ew ji rusî wergerandiye.
Yek ji nivîsên li ser şexsiyetan jî a Rizgar Cebarî ye ku wî bi sernavê "Pûr Fereydûn: Şaîrekî Dêrînî Kurd" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ji nivîsên li ser ziman Zana Farqînî meseleya "Gireya /-eve/yê û Erkên di Wê" girtiye dest.
Berat Qewîendam bi nivîsa "Şewpnameya Kurmancî: Şewqeke Nû di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de" di kovarê de cih girtiye.
Şemoyê Memê nivîsa "Teyr û Balinde di Mîtolojî û Zargotina Kurdî de", Arîmed Delavî nivîsa "Temsîla Dewleta Tirk di Sînemayê de bi Rêya Zimanê Bedenê" û Elî Paksirişt jî bi nivîsa "Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?" cih girtiye. Du nivîsên din ku hatine weşandin jî ev in: M.Dandamayev & I.Medvedskaya, "Dîroka Medyayê", Eyyub Subaşi, "Bîbliyografyaya Deh Hejmarên Dawî yên Zendê".
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel: (0212) 621 82 00
E-mail: zendkovar@hotmail.com