logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Parastina çandî ya xwemalî

Di vê serdemê de ku dinya bi saya cureyên medya, fîlm, şano û lîstikên teknîkî bi rêya bikaranîna telefonên destan, komp

  • Dîrok: 03/02/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Serkan Brûsk

Di vê serdemê de ku dinya bi saya cureyên medya, fîlm, şano û lîstikên teknîkî bi rêya bikaranîna telefonên destan, komputer û televîzyonan bilez ber bi yekçandiyekê ve diçe; erka parastina çandên herêmî û berjewendiyên komên xizan îro ji her roja din bêhtir xwedî wate ye û heta mirov dikare bibêje, êdî rêjênaçûyî ye.

Ji bo ku çanda gelên bindest, ziman û hebûna wan werin parastin, û her wisa jî, raman û birdoziyên ku berjewendiyên komên hejar û xizanan esas digirin di nava girseyên gel de belav bibin, dîsa rola medya û fîlman esas e. Ango nûnerên siyasî û rewşenbîrî yên girseyên xizan û gelên bindest jî divê ji medya û cureyên fîlman fêdê bikin. Ew jî divê vê qada bi tesîr li gorî bîr û baweriyên xwe vala nehêlin û bi berhemên alternatîf ên di berjewendiyên gelan de rênîşander bin.

Mirov dikare bibêje ku li vir şerekî dijwar di ser medya, sektora fîlman û lîstikan re dimeşe. Îca, ev şer ne şerekî wisa ye ku bi teqandina çekan û gurmîna topan pêk tê. Mirov bi awayekî fîzîkî birîndar nabin û xwîn jî ji wan nayê, lê li vê qadê pevçûneke wisa dijwar a îdeolojîk û ramanî rojane pêk tê ku awayê jiyan û tevgera mirovan ji binî ve diguhere. Ew mirovan hişçûyî ji xwe re kedî dike bêyî ku haya kesî jê hebe û ew bi xwe bihesin.

Hêzên maldar û birêvebirên wan îro bi saya teknolojiyê girseyên gel pir bi hêsanî kontrol dikin. Dema bi vî karî ve radibin jî, bi tu awayî hêza xwe ya hişk bi kar nayînin û rûyê xwe yê mîna armancên xwe yên qirêj nîşanî kesî nadin. Ji ber ku her cure teknîka ragihandinî ya ku di belavkirina medyayên dîtbarî, dengî û nivîskî de tê bikaranîn îro li ser tevger û dinyabîniya mirovan bi bandor in û ew jî di destê wan de ye.

Ev cure medya û lîstik bi saya telefon û kompûteran bi saetan kesên ji her cure temenî bi xwe ve girê didin û wan di bin tesîra xwe de dihêlin. Li aliyekî mirov wekî hebûneke siruştî û civakî bitevger û çalak, li aliyekî din jî, bi saya lîstik û bernameyên cuda, mirov wekî hebûneke pasîf, di nava çar dîwaran de hepsî û tenê. Zarokên biçûk ên ku bi saetan serê wan bi ser telefon an jî ipedan de tewiyayî, çavqerimî û bi stres dijîn, êdî rastiya her mal û malbatê ne.

Li vir divê em rastiyekê bi xwe bidin qebûlkirin ku teknolojî her diçe dibe beşek ji jiyana me ya rojane, ji niha û nedûr, robot wê gelek karên me yên takekesî û yên civakî bikin. Derdê min li vir ne ew e ku ez bi her awayî bipêşketinên teknolojîk red û reş bikim. Na. Divê zarok û ciwanên me ji teknolojiyê sûdê wergirin û her wisa jî di şaxên muhendiziyê de perwerde bibin. Pirs û tirsa min a derbarê teknolojiya ragihandinê de li vir ew e ka çima em wekî miletekî bindest wekî pêwîst ji vê derfetê baş sûdê wernagirin.

Tevî ku di destê me de jî, her cure teknolojî heye, em têra xwe jî şarezayê bikaranîna vê teknîka nû û nûjen in jî, lê em hê jî, nikarin wê piralî bixin xizmeta berjewendiyên gel û komên hejar. Bala xwe bidinê wê ku îro di destê me de bi dehan kanalên ezmanî yên televizyonî, bêhed radyo, teknîka înternetê û dijîtalî heye. Lê ka di televîzyonên me de çend belgefîlm, rêzefîlm û şanoyên xwemalî û her wisa jî, fîlmên dublajkirî yên bi qalîte, bernameyên civakî û yên çandî hene?

Çima heta niha jî, fîlm û rêzefilmên me yên ku çîrok, efsane, serpêhatî û bûyerên dîrokî, têkilî û hevbeşiya gelên kurd, ermenî, suryanî û tirkan bi awayekî rasteqînî lê bi nihêrîneke demokratîk dihûnin, nehatine çêkirin? Berxwedana jinên kurd di nava siyaseta legal û îlegal de, li Bakur û Rojava diviyabû heta niha biba mijara gelek fîlm, rêzefilm û şanoyan. Li kêleka van mijarên berxwedana neteweyî mijarên rojane pir bi hêsanî dikarin bibin fîlm û şano di televîzyonan de bêne weşandin.

Heger derfet ji bo xebateke wisa were çêkirin, di nava demeke kurt de hem zimanê kurdî wê xwe nû bike, hem jî em ê pêşî li rêzefilmên tirkan bigirin ku li ser gelê kurd û bi taybetî li ser gelê Başûr êdî tesîreke gelek xerab dihêlin.

Ji bo vê yekê pêwîstî bi televîzyoneke çandî heye. Divê televîzyoneke me ya çandî hebe ku fîlm, şano, rêzefîlm û fîlmên anîmasoyonî yên xwemalî û yên biyanî bi kurdî dublajkirî belav bike. Hem bernameyên gûftûgoyî belav bike û hem jî kesên li ser huner şareza ne di babetên xwe de bernameyên dersî pêşkêş bikin. Tenê bi vê rêyê em dikarin rê li pêşiya çandeke xwemalî ya ziman û hunerên bedew vekin.

01.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Pêdivî bi vê nûçeyê heye: Desteya Bilind tê aktîfkirin

ad

Êdî dîrok qala Messi dike

ad

Rexneyek ji bo rêxistinên jinên Îranî

ad

Xirabmalî ŞIRNEX

ad

Li Kolnê paneleke li ser ziman li dar dikeve

ad

HDP: Odeya Seîdê Kurdî bikin muze

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname