Diyarname
Li Kolnê, nivîskarên malpera me Jan Dost û Helîm Yûsiv jî têde bi beşdariya hin nivîskaran paneleke li dar dikeve.
Roja 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. Li ser vê yekê li Kolnê di roja 20'ê mehê saet 18.00'an de paneleke li dar bikeve. Panel ji aliyê Enstîtuya Kurdî, Meclisa Aştiyê û Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK) ve tê li dar xistin.
Panela ku moderatoriya wê dê Gunay Aslan bike de, Helîm Yûsiv li ser “Pirtûka kurdî, di nav Neynikên Şikestî de”, Jan Dost li ser "Wêjeya kilasîk û kilasîkên kurdî", Dr. Hisên Hebeş li ser "Prof. Qenadê Kurdo û xebatên wî", Memo Şahîn li ser "Mafê zimanê zikmakî" (li gora deklerasyonên navneteweyî ), Mamoste Miherem li ser "Perwerdeya bi zimanê dayikê û tecrubeya Yekîtiya Mamostên Kurdistanê li Almanya" û Mîrhem Yîgît jî dê li ser "Mehmet Uzun û romana 'Bîra Qederê'" biaxive.
Roj: 20 / 02 / 09
Katjimêr: 18.00
Navnîşan: Vogelsanger str.10
50 823 Koln
Tel: 0049 – 0221 168 96 217