Diyarname
Hikumeta Çînê di çarçoveya projeya "Hilbijêrek ji Belgeyên Girîng ên Pekînê" yekem car belgeyên di navbera salên 1966-1976'an ên der barê Şoreşa Çandê de eşkere dike
Li gor nûçeya Global Times China lijneya edîtoriyê ya Ofîsa Arşîvê ya Pekînê biryar daye ku ewraq, biryarên partiyê, fermanên hikumetê yên salên 1966-1976'an yên aîdê Ofîsa Dîrokî ya Şaredariya Pekînê wê eşkere bike.
Rayedarekî eşkere kiriye ku edîtorî wê di der barê eşkerekirina belgeyan de bi hûrbîn be, belgeyên "ji aliyê dîrokî ve girîng û yên wê serdemê nîşan bidin" wê eşkere bikin.
Arşîva Pekînê ji sala 2000'î ve bi hevkariya Enstîtuya Dîroka Partiyê 17 cild dokumanên dîrokî yên derbarê salên 1945-1965'an de weşandine.
Rayedar dibêje ku di van arşîvan de diyar dibe ku partî çawa mezin bûye,çawa heta niha hatiye agahî hene.
Li aliyê din ji Zanîngeha Pekînê Profesor Lin Meysun jî dibêje ku dîrok nikare bê parçekirin, lewma divê ne beşek ji navê, hemû belgeyên der barê wê demê de bêne eşkerekirin ku wêneyê serdemê baş bê dîtin.