Diyarname
Li gor bernameyê roja 8'ê pûşperê li Îngilistanê hilbijartina giştî heye lê di nava du hefteyan de li Îngilistanê du caran êrîş çêbû û niha ew bi paşvexistina hilbijartinê nîqaş dikin.
Li gor nûçeya rojnameya The Telegraph, piştî êrîşa duyemîn jî di tora civakî de bi paşve xistina hilbijartinê hat nîqaşkirin û got: "Piştî êrîşa terorî ya dawî siyasî di bin zordariya bi paşvexistina hilbijartinê de ne."
Rojname dibêje kesek bi navê Mark Oksley ji ser înternetê re kampanyaya îmzeyan daye dest pê kirin û rojnameyê ev gotina wî kesî nivîsandiye: "Ez bawerim gelek kes piştî ev êrîşa duyemîn difikire ku niha ne dema hilbjartinê ye. Niha tiştê em dikini devê ewlehiya welat be."
Roja 22'yê gulanê li ber Manchester Arena êrîşa terorî hatibû kirin û 22 kes miribûn.
Êvara 3'yê mehê jî nêzî London Bridge û li nêzî Borough Market êrîş çêbûbû, 7 kes miribûn û nêzî 48 kesan birîndar bûbûn.
Di hilbijartina Îngilistanê de Serokê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn û Serokwezîra niha, Seroka Partiya Mihafezekar Theresa May dikevin pêşbaziyê.