Diyarname
Di Kûpaya Neteweyî ya Afrîkayê de Madagaskar û Senegal dê li Stada Antananarivo bihata hemberî hev lê berî maç dest pê bike ji ber gelek kes hatibûn temaşekirinê û wan xwest bi yek carî re bikevin hundir qelebalix çêbû, mirovan pêl li hev kir, dii bûyerê de 2 kes mirin, 40 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeyên ku hatine belavkirin ji bo maçê temaşe bikin gelek madagaskarî hatin stadê û ji kapasîteya stadê zêdetir kes hatine cihê temaşekirin. Cihê ketina stadê tenê deriyek bû û ji ber zordayînê mirov bi ser hev de qulibîn. Ji ber vê hin eciqîn.
Li Afrîkayê ne yekem bûyera bi vî rengî ye: Par li Angolayê di stadê de 17 kes miribûn. Li Malawî jî 7 jê zarok bi giştî 8 kes miribûn.
Di vê navberê de piştî bûyerê maç hat lîstin û bi 2-2 bi dawî bû.