Amed
26'emîn danişîna doza jê 104 girtî û 152 siyasetmedarên kurd ku di nav de şaredar û parlementer jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.
Danişîna ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat, dîsa parastina kurdî wekî 'zimanê nayê zanîn' hat qebûlkirin. Serokê ÎHD'a Amedê Muarrem Erbey xwest bi kurdî parastinê bike. Lê heyeta dadgehê dîsa mîkrofon girt û destûr neda ku parastina xwe bi kurdî bike. Di danişînê de dozger xwest ku dozê sewqî bajarekî din bê kirin. Heyetê jî doz taloqî 25'ê vê mehê kir.
Ji bo piştgiriyan girtiyên siyasî 9 parlementerên BDP'ê û rêveberên BDP'a Amedê, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê prz. Ahsen Coşar û parêzerên buroyên Îzmîr, Enqere û Stenbolê amade bûn. Her wiha nûnerên EMEP, HAK-PAR, KADEP'ê jî ji bo şopandina dozê amade bûn.
Piştî danişînê gelek kesî reaksiyon nîşanî daxwaza dozger ku dixwaze dozê sewqî bajarekî din bike da.
Vane ew reaksiyon:
- Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Prz. Ahsen Coşar:
Em wekî yetîtiya baroyan nikarin li hemberî mafê azadiyê, mafê parastinê û astengiyên li pêşiya serbixwebûna baroyan bêdeng bimînin. Lê em niha li hemberî van astengiyan rû bi rû ne. Tu biryarê der barê serlêdana sûc a baroya Amedê de tune ye. Her wiha daxwaza dozger a sewqa dozê bê wate û li dijî hiqûqê ye. Hinceta ku girtî bên sewqkirin tune û li gorî xala 19'an a CMK'ê heyeta dadgehê peywira xwe bi cih neanîye.
- Serokê Koma BDP'ê Selahattin Demîrtaş:
Ev doz li dijî hiqûqê ye. Ev danişîna BDP'ê ye. Di vê danişîna BDP'ê de bêyî ku bersûc bên darizandin û parastina xwe bikin doz bi dawî bû. 2 sal in bersûc dixwazin bi zimanê xwe parastinê bikin, lê daxwaza parastina kurdî tê redkirin. Ev doz bû doza zimanê kurdî. Em bang li Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dikin û dixwazin bê dozê li şûna wê bişopîne.
Roj bê dê Edliyeya Amedê bibe muze û mirovên ku bên li vê muzeyê bigerin dê bêjin rojekê siyasetmedarên kurd li vir dihatin darizandin.
- Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder:
Heyet dixwaze tolê ji siyasetmedaran bigire û bi hêrs nêzîk dibe. Kesên ku dibêjin li vî welatî polîtîkayên înkar, îmha û bişavtinê tune divê bên 5 deqîqeyan rûniştina dozê bişopîne. Ji ber ku rûniştinên vê doza dîrokî tenê 5 deqîqeyan berdewam dike. Dema ku mijar bê pirsa ewlehiyê jî dozgerê li hinceta xala 19'an a CMK'ê dide nîşan û naqîla rûniştinê dixwaze. Lê ger ku ewlehiya rûniştinê tune be ev yek derbas dibe. Rast e ewlehiya vê dozê tune. Ji ber ku li vir hiqûq tune. Dozek ku hiqûq lê tune be ewlehiya wê jî nabe. Li gorî min divê yê bê neqilkirin heyeta dadgehê û feraseta hikumetê ye. Vê dadgehê rehme li dadgehên 12'yê Rezberê xwendiye.
Her wiha piştî danişînê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Prz. Ahsen Coşar, Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar, nûnerên baroyên Îzmir, Stenbkol, Mêrsîn, Mûş, Dêrsim, Enqere, Bedlîs, Êlih û gelek parêzerên din daxuyanî dan çapemeniyê.