Diyarname
Walîtiya Amedê afîşên Newrozên ku têde bi zazakî, spanyolî û îngilîzî diruşm hatibû nivîsîn qedexe kir.
Di afîşa Newrozê de digel agir û amîûrên din çav jî hebûn. Walîtî bi îdiaya ‘ew çav dişibin çavên Ocalan’ û diruşma ku di wateya ‘Êdî Bes e’ bi zazaki, spanyolî û îngilîzî "Hinî Bes", "Ya Basta", "Enough is Enough" nivîsandibû wekî sedema qedexeyê nîşan da.
Walîtî xwest afîşên ku hatine daliqandin ji bilboardan bêne rakirin û afîşên hê li ber destan in jî bêne teslîmkirin.
Walîtiya Amedê ji Rêxistina DTP’a Amedê xwest ku afîşa teslîmê Midûriyeta Ewlehiyê bê kirin.